Aştî bi vîna hevpar tê avakirin
Çarşem 22 Cotmeh 2025 - 03:40
Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) di 18-19'ê Cotmehê de li Amedê "Komxebata Elewiyan" bi dirûşma "Em bi baweriya xwe xwe birêxistin dikin û soza avakirina civateke demokratîk didin" li dar xistin. Jinên ku beşdarî komxebatê bûn, girîngiya "Banga Aştî û Civakek Demokratîk" a Rêber APO û pêşketinên piştî wê nirxandin. Endama Lijneya Rêveber a DAD'ê Fethiye Yildirimê diyar kir ku aştî û wekhevî tenê bi rêya rastî, wijdan û îradeya kolektîf a hemû gelan dikare were sazkirin û got:"Civaka Elewî berî her tiştî aştiyê dixwaze. Ji ber ku ji dema Qalû Belayê ve, soza aştiyê hatiye dayîn. Rêziknameyek civakî ya li ser bingeha vê şêwaza jiyanê, vê baweriyê, vê avahiya çandî hatiye ber deriyê me. Lêbelê, ev rê ne hêsan e. Em bi zilm, tepeserkirin, bêrêziyê û komkujiyan gihîştine vê xalê û ev pêvajo berdewam dike. Civakeke wisa helbet aştiyê dixwaze. Her çend em hezar caran daxwazên wekî rakirina dersên olî û hemwelatîbûna wekhev bilind bikin jî, tiştek naguhere. Ev pirsgirêk pergalî ne. Ev daxwaz dê neyên bicîhanîn heya ku pergaleke demokratîk neyê avakirin. Tenê wê demê em dikarin behsa wekheviyê bikin." Fethiye Yildirimê bal kişand ser girîngiya "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber APO û got: "Piştî banga Abdullah Ocalan, PKK'ê xwe fesix kir. Lêbelê, tevî vê yekê, em nabînin ku dewlet gavên berbiçav diavêje. Ji ber vê yekê, em dipirsin: çima hîn jî bêdengî li hember vê bangê heye? Şer we nagihîne tu derê; dem dema ramanê ye, ne dema çekan e. Niha dem dema jinûve avakirina jiyana civakî ye." Ji beşdarên komxebatê Kader Ûzûnê jî anî ziman ku paradîgmaya civaka demokratîk tenê ne tercîheke siyasî ye û got ku ji bo hemû gelan pêdiviyeke dîrokî û exlaqî ye. Kader Ûzûnê anî ziman ku civaka demokratîk ji bo Elewiyan jî pêdiviyek e û got ku ji bo pêşxistina civaka demokratîk divê Elewî daxilî pêvajoyê bibin.
Divê Ocalan azad bibe
Kader Ûzûnê destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de muxatabê dewletê Rêber APO ye û got:"Lê belê tenê ne dewlet an jî avaniyên burokratîk, divê gel jî xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Divê rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û hemû derdorên civakê bi hev re civaka demokratîk ava bikin. Heya azadiya Abdullah Ocalan pêk neyê ne pêvajo pêk tê ne jî bi ser dikeve. Ne dewlet, gel vê yekê dixwazin. ger daxwaza gel neyê qebûlkirin, dê pêvajo bi ser nekeve. Ev pêvajo bi taybetî ji bo jinên Elewî pir girîng e. Ji lew re em jin, xwe di civaka demokratîk de dibînin." Hevseroka Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a Semsûrê Melek Rûşenê jî destnîşan kir ku tekane armanca Elewiyan ew e ku li gor cewhera xwe bijîn û ew di vê pêvajoya demokratîkbûyînê de hemwelatîbûnê dixwazin. Melek Rûşenê diyar kir ku divê bi her awayî xwedî li vê pêvajoyê bê derketin.
MA/HEVAL ONKOL