Tecrîd tirsa ji fikrê Ocalan e

Duşem 8 Nîsan 2024 - 00:24

Rewşenbîr Mihemed Nûrî El Ehmed û Ehmed Heyder diyar kirin ji ber tirsa ji fikrên Rêber Ocalan tecrîd tê girankirin û gotin bi berxwedana gel wê tecrîd were şikandin.

Rewşenbîrên kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêngava azadiyê ji ANHA’yê re axivîn.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çalakvanê siyasî yê Kurd Mihemed Nûrî El Ehmed destnîşan kir hêzên serdest ên li Tirkiye û hêzên komploger  ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan ê ku banga jiyana hevbeş dike ditirsin, lewma tecrîda li ser wî giran dikin.

Mihemed Nûrî El Ehmed diyar kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan tevahî pêkhateyên herêmê (Ereb, Kurd, Suryan û Asur) li gorî bingehên jiyana hevbeş kir yek.

El Ehmed têkildarî pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan  go,"Li seranserî cîhanê bangên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zêde dibe. Li gel tecîrda giran a li ser Rêbertî civak bi awayekî mezin ramanên Rêbertî lêkolîn dikin."

Çalakvanê siyasî yê Kurd Mihemed Nûrî El Ehmed nebûna helwesta Yekitiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî ya li hemberî dawaza gel spart berjewendiyên wan û girêdana wan bi siyasetên alîgirên wê  ve û got: "Yekitiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî li gorî berjewendiyên dewletên ku destekê didin wan dixebitin, ji ber vê yekî jî em dibînin li hemberî daxwazên gel kor û lal in."

Endamê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Ehmed Heyder jî got, "Her çiqasî desthilata Tirk zextê li Rêber Abdullah Ocalan bike û tecrîda li ser wî giran bike, îsrar  û îradeya me ya berxwedanê ya pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî zêde dibe. Gelek caran îsbat bûye ku berxwedan serkeftinê bi xwe re tîne."

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.