Dixwaze Rojava bixe bin fermana xwe
Şemî 14 Kanûn 2024 - 02:35
Prof. Dr. Hamît Bozaraslan da zanîn ku Tirkiye kurdan wekî kirdeyeke kolektîf qebûl nake û "li ber destê tirkbûnê" ferz dike û got: "Dixwazin Rojavayê bikin parçeyek ji Tirkiyeyê û têxin bin fermana wê." Bozarslan ji bo geşedanên li Sûriyeyê anî ziman ku rejîm ne di wê qonaxê de bû ku bikaribe stratejiyeke berxwedanê pêş bixe û got:"Ez difikirim ku derfetên vê yekê pir lawaz bûbûn. Dema Nasrallah hat kuştin, hema hema wekî cejn hat îlankirin. Hizbûllah piştgiriyeke mezin da qetlîamên rejîma Sûriyeyê ango rejîma Beşar Esed. Hîzbûllah gelekî qels bûye. Rûsya jî di pêvajoyeke xwekujiyê re derbas dibe ku bi lez derfet û çavkaniyên xwe yên mirovî ji holê radike da ku ev 3 sal in her roj ji bo milîmetre kareyekê yan jî du milîmetrekareyan bi dest bixe. Di encama van hemûyan de hêzên muxalif ên li dijî wî bûn, dîtin ku dem hatiye." Bozarslan ji bo gotinên ku Tirkiye jî piştgirî daye êrişan got:"Helbet ez nizanim ku Tirkiye serketiyê vî karî ye yan na. Di heman demê de em ji berê de dizanin ku komên tirkparêz bi vê mijarê hewl didin hebûna kurdan tune bikin. Wekî ku me li Efrînê dît."
Têkiliya Tirkiyê bi HTŞ’ê re
Bozarslan got:"Daxuyaniya Tirkiyê ya ku dibêje tu têkiliya wê bi HTŞ'ê re tune ye, ne qanihker e. Ji ber ku çek û çavkaniyên aborî yên HTŞ'ê tevî her tiştî ji Tirkiyeyê tên. Ji ber vê yekê ji bo ku ev celeb hêza hindiktirîn hebe, pêdivî ye ku çavkanî ji derekê werin. Ji ber ku ez behsa şerê 13 salan dikim. Divê çavkanî bên nûkirin, çek bên nûkirin, hêza darayî bê parastin. Bêyî Tirkiyeyê ev tişt nedihatin kirin. Lê ev nayê wê wateyê ku biryar li Enqereyê hatiye dayîn. Ji hev cudakirina HTŞ û Tirkiyeyê ne hêsan e."
Kurdan biryareke guncav dan
Bozarsalan ku got "Hêzên kurd li Tel Rifat û Şehbayê biryarên guncav girtin. Fedakirina bi hezaran kurd û bi hezaran şervanan tu wateya wê tune bû. Pêdivî bi konsolîdasyona Rojavayê heye. Di warê DYE’yê de, bi îhtîmaleke mezin parastin û xurtkirina rojhilatê Firatê ye. Ez wiha difikirim ku ji aliyê DYE’yê ve, êdî taktîk û stratejiyeke DYE’yê tune ye ku kurd rojavayê Firatê biparêzin. Bi her awayî, hêzên Amerîkî tune ne. Sûriye û Rûsya bi awayekî leşkerî wê derê kontrol dikin. Ew hêza hewayî ya Rûsyayê bû. Ji ber vê yekê ji bilî wê, tiştekî ku ez dikarim bibêjim tune ye. Bi qasî ku ez dibînim, di konfigurasyona nû de navenda Kurdistanê diguhere rojhilatê Firatê. Di heman demê de bi baweriya min hêzên kurd ên li wir jî biryareke rast dan. Belkî fedakirina bi hezaran kurd û bi hezaran şervanan tu wateya wê tune bû. Divê ev welat bê parastin. Pêdivî bi konsolîdasyona Rojavayê heye û ev jî niha tê wateya bi taybetî Kobanê û welatê rojhilatê Firatê."
Kurd nakevin bin fermana Tirkan
Bozarslan di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Di sala 2013’an de Erdogan bi şertê ku kurdên Sûriyeyê di bin fermana tirkan de bin, wê kurdan qebûl bikirana. Yanî digotin, 'baş e, hûn kurd in, em we qebûl dikin, lê ji ber ku me hûn qebûl kirin, divê hûn êdî di bin fermana tirkan da bin.' Di sala 1914'an de dema ku ev li dijî ermeniyan hat bikaranîn wiha hat gotin; 'baş e, hûn ermenî hene, lê ji ber ku em we qebûl dikin, ev yek pêwîst e.' Bi awayekî qismî ya li pişt meseleya Kobanê ya di 2013-2014'an de ev e. Kurdan zimanê, 'Na, em ê nekevin bin fermana tirkan û tirkîtiyê. Em kirde ne. Em kirdeyeke kolektîf in. Em ê bi xwe biryarên xwe didin. Em ê bi xwe stratejiyên xwe diyar dikin' pêş xist. Heman tişt,'Em dikarin we wekî kurd qebûl bikin. Lê bi şertê hûn bibin parçeyek ji tirkîtiyê' hat gotin. Wekî min got, aktorên kurd dê têkoşîna kurdan diyar bikin."
MA/MEHMET ASLAN