Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi tenê nîne
Çarşem 8 Cotmeh 2025 - 03:35
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihand ku wê gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi tenê nehêle, ku li dijî êrîşên DAÎŞ'ê, rejîma Baasê û hêzên ser bi dewleta Tirk a dagirker li ber xwe da. PYD'ê banga piştevaniyê li Sûriyeyiyan û raya giştî ya navneteweyî kir.
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî êrişên hêzên hikumeta demkî yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
PYD’ê diyar kir ku gelê Sûriyeyê û cîhan li hêviya diyalog, tifaq û beşdariya hemûyan di avakirina Sûriyeyê nû de û bidawîkirina alozî û bêistiqrariyê ne, lê hikumeta demkî bêyî ku girîngiyê bide peymanên ku îmze kirine, bi taybetî peymana 1’ê Nîsanê ya li gel Meclisa Sivîl a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, hewl dide demê qezenc bike û temenê pêvajoya demkî dirêj bike.
PYD’ê fikarên xwe ji ber nêzîkatiyên hikumeta demkî anî ziman û da zanîn ku ev nêzîkatî êşa welatiyan zêde dike û pêvajoya diyaloga nîştimanî asteng dike.
PYD’ê destnîşan kir ku fitne gefan li ewlehiya tevahiyan dixwe û dê welat ber bi talûkeyê ve bibe.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, parastina sivîlan û yekitiya welat û rûmeta welatiyan divê armanca pêşîn a hemûyan be.
NAVENDA NÛÇEYAN