Divê cîhan zextê li Tirkiyeyê bike
Şemî 27 Tîrmeh 2024 - 03:15
- Yek ji xelatgira Nobetê û seroka hewldana jinan a Nobelê Jody Williams derbarê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî ji rojnamevan Erem Kansoy re axivî.
EREM KANSOY
69 xelatgirên Nobelê li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî, ji bo saziyên Ewrûpayê, Neteweyên Yekbûyî û Erdogan name nivîsandin. Yek îmzakarê nameyan xwediya xelata Nobelê û seroka hewildana jinan a Nobelê Jody Williams e. Berfirehiya hevpeyvînê wiha ye:
Di destpêkê de hûn dikarin destnîşan bikin bê ka we ji bo çi kampanyaya name nivîsandinê ya ji bo azadiya Ocalan û çareseriya pirsa Kurd, da destpê kirin?
Ez ji dema şerê Vîetnamê heta niha aktîvîsteke aştî, edalet û mafên mirovan im. Di nava xebatên min ên bi dehan salan, min bal bire ser binpêkirinên mafên mirovan, dijberiya qanûnên şer. Pirsgirêka Kurd meseleyeke ku divê di qada navneteweyî de were bidest girtin. Divê li ser serokomarê Tirkiyeyê û rêxistinan zextek were avakirin. Di sala 2019’an de dema greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî li Tirkiyeyê min nameyek îmze kir û xwest divê tavilê tecrîdkirina Ocalan bidawî bibe. Vê yekê hişt ku ez hîn zane bibim. Min dît ku 25 sal in Ocalan di girtîgehê de ye û rû bi rûyê miamele û tecrîdeke gelekî xerab e. Min di lêkolînên xwe de dît ku ev dînîtiyek e. Ez hîn bûm ku Erdogan jî hewl daye ku ji Ocalan re çareseriyekê bibîne. Pêvajoya Osloyê û piştre yekser hevdîtinên bi Ocalan re. Piştre min dît ku ev hevdîtin hatine xera kirin. Min li vê dîrokê nêrî û dît ku Ocalan ji aliyê zedehiya Kurdan weke lîderekî siyasî, manewî û hestî tê qebûl kirin. Heta ku ew tevlî vê pêvajoyê nebe, çareseriya vê pirsgirêka qedîm wê gelekî zehmet be.
Gelo Ocalan û meseleya Kurd ji aliyê siyaseta herêmî û navneteweyî ji bo çi girîng e?
Gelê Kurd hertim hate tacîz kirin û hate xwestin ku mesele tine were hesibandin. Dibe ku muzakereyên Ocalan û Tirkiyeyê, di asteke bilind de bin. Lê piştî ku Tirkiyeyê li Sûriyeyê û Iraqê êrişê gelê Kurd kir, ew şerê ji xwe li herêmê hebû, êdî mesele bû herêmî. Bêrêziyek li hemberî mafê mirovan heye. Min xwest vê rewşê biguherim.
Name ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê û CPT’yê û Komîteya Mafê Mirovan a NY hatiye nivîsandin. Hûn dikarin bînin ziman ku van saziyan çawa erka xwe bi cih neanîne?
Di rastiyê de ev ajans an jî rêxistin, zextê nakin. Hinek şîretan dikin. Weke pêşniyarên şêwirmendiyê. Ev bersivê nade û êşkence û tecrîd dewam dike. Ji bo gelê Kurd nabe alîkar. Rêxistinên ku pêwîste mafê mirovan derbixin pêş, divê vê yekê bikin. Lê belê ew ne serketî ne.
Gelo hûn dikarin derbarê nameyan de çi bibêjin?
Di sala 2019’an de ji bo piştgiriya girtiyên di greva birçîbûnê de û bidawî kirina tecrîda li ser Ocalan, 50 xelatgirên Nobelê nameyek îmze kirin. Ji ber vê yekê dema ku me li ser kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya Ocalan diaxivî, em fikirîn ku wê dubarekirina vê yekê bi feyde be. Ji ber vê min got ez ê alîkar bim û nameyan binivîsim. Vê gavê 69 kesên xwedî xelata Nobelê hene. Lê ez ne li bendê me ku bersivekê bidin. Bi taybetî ez ji Erdogan tiştekî hêvî nakim. Ji ber ew kesekê nabîne. Ew bersivê nadin an jî wê bi derewan bersivê bidin.
Li gorî we hem CPT û hem jî NY qebûl dike ku ev tecrîd êşkence ye, lê erkên xwe bicih naynin. Sedema wê çiye?
Ez di wê baweriyê de me sîsteman navneteweyî di rewşeke gelekî xerab de ye. Ev yek dihêle ku tiştên welatên weke Tirkiyeyê pêk bîne, jinedîtî ve tê. Heta ev destlênedan bidawî nebe, wê ev rewş dewam bike. Ez difikirim ku Ocalan rehîneyek e. Ev rêxistin naxwazin zextê li Tirkiyeyê bikin. Ji ber difikirin êdî ew ê nikaribin xwe bigîhînin wir. Ev ji bo min tiştekî bê wate ye. Ji ber vê nêrînê ew 25 sal in hê jî di girtîgehê de ye.
Tirkiye heroj êrişê Iraq, Kurdistan û Rojava dike. Herêmê bombe dike. Lê ti welatekî Ewrûpayê di vê mijarê de ti helwestê nîşan nade? Gelo sedema vê yekê çiye?
Li gorî nêrîna min, Tirkiye hertim ji bo YE û NATO’yê girîng bû. Ji ber ku ew wê weke pira di navbera Ewrûpayê û cîhana misilman dibînin. Naxwazin vê rewşê xera bikin. Îhtîmaleke ku naxwazin bikevine nava şerekî din û ji vê ditirsin. Ev yek tiştekî baş nîne.
Gelo miroj ji bo Tirkiye li Îmraliyê li gorî qanûna navneteweyî tevbigere, lêkolîn bike, bişopîne û zextê bike, dikarin çawa zextê li ser van saziyan bikin?
Pêşniyara min a destpêkê, dikarin tevlî kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan bibin. Dema ku hûn tevlî tevgerekî bûn, ketina nava tevgerê hîn hêsantir dibe. Ji ber ku li derdora we mirovên heman vîzyonê li dora we ye û dikevine nava tevgerê.
Gelo tiştekî hûn di dawî de bibêjin an jî ji bo azadiya Ocalan peyamekî bidin heye?
Hêviya min a herî xurt ez li gel kesên din ên xelatgirên Nobelê, li girtîgehê serdana wî bikim. Ez dixwazim ew bizane em li gel wî ne. Em dizanin ku gelê Kurd wî weke lîderekî dibîne. Û ez difikirim ku ger Tirkiye destûrê bide em biçin hevdîtinê pê re bikin, ev yek wê gelekî baş be. Ev ê bibûya gava destpêkê û piştre me yê dewam bikira.