Hezar silav ji Îmraliyê re!

Sêşem 12 Mijdar 2024 - 03:15

  • Kurd û dostên xwe li London û Kanadayê meşên bi heybet lidarxistin û daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Li paytexta Îngilistanê Londonê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de meşa dirêj û mîtîng hat lidarxistin. Ji çar aliyên Îngilistanê bi hezaran Kurd û dostên wan tevlî meş û mîtîngê bûn. Meş û mîtîng li ber avahiya BBC’yê hat lidarxistin.

Gelek Kurd, ji bajarên Skoçyayê Edinburgh û Glasgowê; ji bajarên Îngilistanê Liverpool, Brighton, Sheffield û Manchesterê bi otobus û wesayîtên taybet beşdarî meşa li ber avahiya BBC'yê bûn. Tevî Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê, Torên Piştgiriya Kurdistanê û komên enternasyonalîst jî tevlî bûn.  Ji ciwanan heta kalepîran, ji kedkaran heta kardêran, Kurdistaniyan eleqeyeke mezin nîşanî mitîngê dan. Ciwan bi cil û bergên gerîla û netewî tevlî meşê bûn. Girseyê pankartên bi wêneyên Rêber Apo hildan û bi stranên li ser Rêber Apo û gerîlayan govend gerandin. Di meşê de posterê mezin yê Rêber Apo hat vekirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Duh Mandela îro Ocalan”, “Azadî ji bo Ocalan”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

Di meşê de, bi hezaran broşurên der barê giringiya azadiya Rêber Apo ji bo Paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk, pirsgirêka Kurd û aşitiya Rojhilata Navîn de hatin belavkirin.

Mîtîng ji bo bibîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê Meclîsa Civaka Kurd a Londonê Îshak Mîlanî axivî û diyar kir ku êdî ne gelê Kud ne jî gelên Rojhilata Navîn esareta Rêber Apo qebûl nakin û got: “Pêngava ku dostên Kurdan daye destpêkirin, bandor li hemû dinyayê kir û dewleta Tirk li hember vê pêngavê xitimî û neçar ma ku destûra hevdîtinê di navbera Rêber Apo û Parlamenterê Rihayê Omer Ocalan de da. Em silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin." Li ser van gotinên Mîlanî, girseyê bi yek dengî dirûşmeya "Silav, silav, ji Îmraliyê re hezar silav" berz kir. 

Ji bo aştiyê divê Rêbertî azad bibe

Piştî Mîlanî, li ser navê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ya Brîtanyayê, Nûnerê Têkiliyên Derve yê Meclîsa Gelê Kurd Agit Karataş axaftinek kir û got:“Her çiqas rejîma faşîst ya AKP-MHP'ê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd çend daxuyaniyan bide jî em dizanin ku mebesta wan xapandina me ye. Nîşaneya vê yekê jî dagirkeriya qeyûman, êrîşên li ser Rojava û ji Rêber Apo re qedexeya sê mehî ya hevdîtina bi malbatê re ye. Peyama Rêber Apo banga aqil û muzakereyê ye û divê hem Tirkiye hem raya giştî ya navneteweyî giringiyê bide vê peyamê.”

Em spasiya Rêber APO dikin

Piştî Karataş, Serokê Konfederasyona Sendîkayan ya Dundee ya Skoçyayê û Serokê Giştî yê STUC'ê Mike Arnott jî xwest spasiyên xwe ji Rêber Apo re bike û got:“Spas ji bo bandora tevgera we li ser ku em li ser cîhanê çawa difikirin, ji bo ku em hemî çawa dikarin ji civakek cûda hêvî bikin. Em ji bo Rojava û nirxên ku bi şoreşa ku berdewam dike re spas dikin. Divê Ocalan îro weke yek ji ramanwerê herî bibandor ê cîhanê bê naskirin. Nivîsên wî ji mezhebperestiya olî, baviksalarî, neteweperestiya paşverû û kapîtalîzmê re alternatîfan pêşkêşî me dike. Ji bo pêşketina me hemûyan Konfederalîzma Demokratîk deriyê nû ji bo me vedike. Têkoşîna Abdullah Ocalan û gelê Kurd ji bo me hemûyan çavkaniya îlhamê ye.”

Hûn jî tevlî pêngavê bibin

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê jî Aso Kamalî jî got: “Tecrîda li ser Rêber Apo, polîtîkaya qirkirina li ser gelê Kurd e. Werin hûn jî li dijî vê neheqiyê tevlî berxwedana me bibin. Tevlî pêngava kurewî ya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ bibin û meşa azadiyê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tecîdar bikin.” Li ser navê Komîteya Navneteweyî ya Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî re Rut û li ser navê Kampanyaya Azadî ji bo Hemû Girtiyên Siyasî yên Îranê Hesen Îranî axaftinek kirin û bal kişandin ser girîngiya azadiya Rêber Abdullah Ocalan ya ji bo aştiya Rojhilata Navîn.

Oxfort bi Ocalan hejiya

Piştî axaftinan bi hezaran Kurdistanî û dostên wan, bi kortejekê ber bi Qada Picadilly Circus ve meşiyan. Meş li ser cadeya herî qerebalix û binavûdeng a Londrayê, Oxford Circusê pêk hat û Kurdistaniyan bi dirûşmeya "Ji Ocalan re azadî" koland hejand. Meşa ku Kurdistaniyan bi stran, dirûşme û tilîliyên xwe bi rê ve dibir, rastî eleqeyeke mezin hat. Girseyê bi yek dengî sirûda "Çerxa Şoreşê" xwend. Çalakî li Piccadily Circusa binavûdeng, bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

Dawî li esaretê bînin!

Li Torontoyê ku yek ji bajarên herî mezin ên Kanadayê ye, bi hezaran kes ji bo azadiya Rêber Apo daketin qadan.

Xwepêşandêr li kolana Bloor-Yonge ya navenda Torontoyê li hev kom bûn û daxwazên xwe yên aştî, azadî, edalet û demokrasiyê bi dengekî bilind anîn ziman. Ciwan bi cil û bergên xwe yên gerîla û neteweyî beşdarî çalakiyê bûn. Girseya ku bi sedan dowîz û pankartên ku wêneyên Rêber Apo li ser bûn hilgirtin, li ber stranan govend gerandin. Di çalakiyê de posterê mezin ê Rêber Apo hate vekirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Duh Mandela îro Ocalan", "Ji Ocalan re azadî", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana gerîla", "Jin. Jiyan azadî" hatin berzkirin. Di çalakiyê de hevserokên Komeleya Kurd a Kanadayê axivîn û diyar kirin ku divê dawî li esareta Rêber Apo were. Xwepêşanderan diyar kirin ku divê civaka navneteweyî di vê mijarê de zêdetir berpirsyariyê bigire ser xwe û bang li Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Kanadayê kirin ku êdî Rêber Apo azad bibe.Çalaki bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeya "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.