Seyîd Riza serî netewand

Şemî 16 Mijdar 2024 - 02:00

Konseya Rêveber a KNK’ê ji ber salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî daxuyaniyek weşand. Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin:"Di roja 15'ê Mijdara 1937'an de pêşengê berxwedana serhildana Dersimê Pîr Seyid Riza li gel hejmarek hevrêyên xwe hatin darvekirin. Em di kesayetiya Pîr Seyid Riza û hevrêyên wî de hemû cangoriyên serhildanê bi rêz û hurmet bi bîr tînin û hişmendiya qirkirinê şermezar dikin. Komkujiya li hemberî gelê me yê li Dersimê yek ji herî hovtirîn komkujiya li dijî gelê Kurd e. Bi hezaran keç, kur, jin, kal û pîr bi gule, singoyan, bombebaran û gazên kîmyewî hatin qetilkirin. Zarokên ku hêj nehatin dinyayê di zikê dayikên xwe de hatin kuştin û yên sax jî bi saxî hatin qetilkirin. Lê Seyid Riza û hevrêyên wî li gel xelkê Dersimê li hemberî hovîtiya dagirkeran serî netewandin. Komkujiya Dersimê bû sedema êş û hêrseke mezin di zakîreya gelê Kurd de û heta roja îro jî her dewam e. Bêguman komkujiya Dersimê bi mebesta komkujiya Kurdan hatibû kirin. Dewleta Tirk a ku zîhniyet û siyaseta mêtinger a qirker bi rê ve dibe, ji bo tinekirina gelê Kurd bi dehan komkujî pêk aniye. Lê mixabin mirov dikare bêje ku komkujiya Dersimê ji hemiyan girantir e. Di serî de komkujiya Dersimê, heta em hesabê hemû komkujiyan ji berpirsyarên komkujiyan nepirsin, em nikarin erka dîrokî li ser milê bar kirî bi cîh bînin, bibin xwediyê heqîqet û rast bijîn. Em dubare soz didin ku em ê bigihêjin vê armancê û li hember  bîranîn û têkoşîna bi rûmet a Seyid Rizayan bi rêz û hurmet bîr bînin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.