Bi sepanên 12'ê Îlonê re rû bi rû ne
Şemî 16 Mijdar 2024 - 02:05
Metîn Serhat, girtiyê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 1 a Sûlûcayê da zanîn ku ew bi pêkanînên 12'ê Îlonê re rû bi rû ne û got:"Kiryarên li girtîgehê hema bêje wekî yên serdema darbeya 12'ê Îlonê ne. Bi vî awayî hewl tê dayîn vîna girtiyan bişikînin. Em van pêkanînan qebûl nakin."
Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 1 a Sûlûca ya Edeneyê ji roja ku hatiye vekirin heya niha bi binpêkirina mafan a li dijî girtiyan di rojevê de ye. Girtî Metîn Serhat di hevdîtina vekirî ya vê hefteyê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê pêk tên ji malbata xwe re vegot û banga hestiyariyê li gel kir.
Hatiye sirgunkirin
Birayê Serhat, Bûrhan Kartal wiha got: “Birayê min 18 sal in sirgûnî cihên dûrî bajarên em lê dijîn kirin. Ji ber ku ew li bajarên ji me dûr bû, me di warê hevdîtinê de zehmetî kişandin. Birayê min li Girtîgeha Girtî ya Hejmar 1 a Xarpêtê bû. Nêzî 6 salan li wir ma. Nêzî du meh berê em pê hesiyan ku hatiye sirgûnkirin."
Serdema darbeya 12'ê Îlonê
Bûrhan Kartal gotinên birayê xwe yên der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê de wiha parve kir: “Girtî di hucreyên yekkesî de dimînin û ji ber ku tu aktîvîteyên civakî nîn in em nikarin pêwendiyê bi hev re deynin. Pir kêm me derdixin hewadariyê. Tevî ku ev pêkanîn li girtiyên ku cezayên giran distînin tê kirin jî, em rastî heman pêkanînan tên. Li girtiyên siyasî poşmaniyê ferz dikin. Ji ber vê yekê hevalên me yên infaza xwe temam kirine lê berdana wan tê astengkirin hene. Kiryarên li girtîgehê hema bêje wekî yên serdema darbeya 12'ê Îlonê ne. Bi vî awayî hewl tê dayîn vîna girtiyan bişikînin. Bi taybetî jî hewldana rêveberiyê zextê li malbatan dike û dixwazin girtî poşman bibin. Bi polîtîkayên xwe yên dijmirovahî hewl didin me bêrûmet bikin. Em van pêkanînan qebûl nakin."
Li girtiyan xwedî derkevin
Bûrhan Kartal anî ziman ku li dijî zextên li dijî mirovahiyê yên li ser girtiyan divê raya giştî hestiyar be û wiha got: “Pêwîst e rêxistinên sivîl û her mirovek xwedî wijdan binpêkirina mafan a li girtîgehê bilêv bike. Ger îro em li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên kirin dernekevin, wê sibe rewşeke xirab derkeve holê. Belê, belkî wehşeta fizîkî ya wekî 12’ê Îlonê tune be, lê tundiya derûnî li girtiyan tê kirin. Wekî malbatên girtiyan, îro ji destê kê çi tê bila bike û bila li girtiyan xwedî derkevin."
MA/AGIRÎ