Dozger rapora Rojînê veşart

Şemî 16 Mijdar 2024 - 02:15

  • Seroka Komaleya Jinê ya Starê Zeynep Demîr, diyar kir ku rapora otopsiyê ya Rojîn Kabaîş a ku ji parêzeran re hat eşkerekirin, 2 rojan li Serdozgeriya Komarê ya Wanê hat sekinandin û got: "Bi îdiayên cuda di çapemeniyê de hewl didin feraseta 'întîxarê' biafirînin."

Xwendekara pola yekem a Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê  (YYU) Rojîn Kabaîş a 21 salî ya di 27'ê Îlonê de winda bûbû, di 15'ê Cotmehê de 20 kilometre dûrî kampusa ku lê winda bûbû li perava Mollakasimê cenazeyê wê hat dîtin. 

Rapora otopsiyê ya ku berê bi medyaya alîgir hat parvekirin şûnde dan parêzeran 2 rojan li Serdozgeriya Komarê ya Wanê hat sekinandin. 

Endama Navenda Mafên Jinan a Wanê û Seroka Komeleya Jinan a Starê parêzer Zeynep Demîr ku ji roja windakirina Rojîn Kabaîş pêvajo û dosyayê dişopîne, der barê pêvajoyê de nirxandin kir.

Dozger rapora Rojînê veşart

Zeynep Demîr, anî ziman ku ji destpêkê ve bi Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Baroya Wanê, Komeleya Jinan a Star û saziyên sivîl re dosyaya Rojîn Kabaîş dişopînin û destnîşan kir ku dozger bi israr hewl daye ew li dijî dozê bimînin. Zeynep Demîr, da zanîn ku bi nedayîna rapora otopsiyê ya destpêkê re, bi îdiayên cuda di çapemeniyê de hewl didin feraseta "întîxarê" biafirînin.

Şîfreya têlefonê nehatiye şikandin

Zeynep Demîr, anî ziman ku ev rewş nîşaneya ne şefafiya pêvajoyê ne û wiha got: "Çima rapora ATK'ê ji parêzeran hat veşartin?" Zeynep Demîr, anî ziman ku her çend dosya ji nêz ve şopandin û bi dozger re di nava têkiliyan de bûn jî, hînbûna rapora ATK'ê ya ji aliyê çapemeniya serdest bû sedem ku dosya bi guman were dîtin û got, "Ev jî dide xuyakirin ku pêvajoyeke lêpirsînê ya bi bandor nehatiye kirin. Di heman demê de rewşa telefonê ya ku nehatiye lêkolînkirin, şîfreya wê nehatiye şikandin û ev 45 roj in ji aliyê pispor ve nehatiye lêkolînkirin heye."

Xwestin bêjin întixar e

Zeynep Demîr diyar kir ku ji destpêkê ve hewl tê dayîn dosya li ser feraseta întîxarê bê kirin û lêgerîn li hin cihan pêk hatin û got, “Tevî ku me bi israr xwest ku lêgerîn tenê li golê nemîne û divê were berfirehkirin, bi qasî ku em di dosyayê de dibînin, tenê karekî bisînor hatiye kirin. Hewl hat dayîn ku feraseta xwekujiyê bê afirandin."

Rapor dê bê lêkolînkirin

Zeynep Demîr, da zanîn ku piştî rapora otopsiyê ya ji ATK'a Stenbolê hat wergirtin ji bo raya giştî agahdar bikin civîneke çapemeniyê li dar xistin û wiha got: “Rapor dê ji aliyê me ve bi berfirehî bê lêkolînkirin. Di encama lêkolîna me de, di raporê de bi zelalî tê gotin ku sedema mirinê 'xeniqîn' bûye. Lê belê ne diyar e ku xeniqîna bi çi awayî ji aliyê kesekî din ve yan jî bi qezayê ve hatiye kirin. Tenê tespîtek heye ku sedema mirinê 'xeniqîn' bû. Ji xeynî vê, ti biryareke din a şênber nîne." 

JINNEWS/WAN

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.