Zexta civakê lêpirsîna Rojînê anî vê astê
Duşem 24 Mijdar 2025 - 03:32

Endamê Komîsyona Lêpirsîna Rojîn Kabaîş a Baroya Wanê parêzer Cevat Yilmaz bi lêv kir ku hesasiyet û zexta civakê lêpirsîn anî vê merhaleyê û got: “Divê em weke parêzer, jin, ciwan, civak hesasiyeta xwe û daxwaza xwe ya zelalkirina bûyerê bidomînin.”
Xwendekara pola yekemîn a Beşa Pêşvebirina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîş di 27'ê Îlonê de piştî şîvê çû ber qeraxa Gola Wanê û careke din ti agahî jê nehatin wergirtin. Di encama lêgerîna 18 rojan de cenazeyê Rojîn Kabaîş di 15'ê Cotmeha 2024'an de li qeraxa Gola Wanê ya li gundê Molla Kasimê hat dîtin. Cenazeya Rojînê birin Saziya Tiba Edlî (ATK) a Wanê û li wir bi tevlibûna gelek bijîşkan kontrola ewil hate kirin. Di kontrola ewil de hat tesbîtkirin ku di laşê wî de birînên tûj û gule tune ne û ti şikestinên hestî jî nîn in. Lê belê guhertinên rengan di stû, çong û destan de hatin dîtin. Nimûneyên xwîn, îdrar û organên hundirîn ji bo tespîtkirina sedema mirinê ji Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê re hatin şandin.
ATK'ê di 62ê Mijdara 2024'an de rapora ewil eşkere kir û di raporê de hat destnîşankirin ku nimûneyên 2 DNA'yên cuda yên mêran hatiye dîtin. Lê belê hat destnîşankirin ku di van nimûneyan de ti nûveyên gumanan nehatine dîtin. Li ser vê yekê Baroya Wanê ji ATK'ê xwest ku cihê ev DNA li ser hatine dîtin jî bên eşkerekirin. Lê belê vê xwestekê ti encam negirtin. Raya giştî dest bi çalakiyan kir û zextek li ser rayedaran çêkir ku lêpirsîneke bibandor bê kirin. Piştî salekê di 14'ê Cotmeha 2025'an de Beşa Pisporiya Biyolojiyê ya Saziya Tipa Edlî raporek parve kir û da zanîn ku ev DNA li sternal û întervajînal a laş hatîne dîtin. Piştî vê geşedanê lêpirsîn derbasî merhaleyeke din bû û niha ji bo tespîtkirina xwediyê van DNA'yan xebat tên birêvebirin.
Her wiha di nava raya giştî de gelek agahî û îdiayên ku lêpirsînê şolî dikin, hene. Her roj li ser medyaya dîjîtal taybetî jî “Xê” gelek agahiyên şaş û îdiayên ji rastiyê dûr tên belavkirin. Ev yek di ronîkirina dosyeyê de gelek xetereyan bi xwe re tîne û ji bo lêpirsîneke bibandor jî astengiyan derdixe.
Endamê Komîsyona Lêpirsînê ya Rojîn Kabaîş a Baroya Wanê parêzer Cevat Yilmaz derbarê dosyeyê de agahî dan û ji bo ronîkirina dosyeyê banga piştevaniyê li raya giştî kir.
Cevat Yilmaz anî ziman ku ev nepeniya bûyerê tevî salekê jî hêj nehatiye zelalkirin û diyar kir ku dozgeriyê û serdozgeriyê berpirsiyariya xwe neanîne cîh. Cevat Yilmaz da zanîn ku ji ber vê yekê alozî çêbûye û got: “Niha di hişê hemû civakê de pirs hene, civak derbarê tişta ku hatiye serê Rojînê îkna nabe. Bûyer anîne asteke wisa ku mirov nikare bibêje ev tişt bûye an nebûye. Niha dozgerî piştrast bike ku Rojînê xwe kuştiye, lê dîsa jî civak îkna nabe. Sedema vê yekê jî rayedaran berpirsiyariya xwe di wextê xwe de neanîne cih.”
Cevat Yilmaz destnîşan kir ku dozgeriyê digot ew dê tena serê xwe bi vê dosyayê ve eleqedar bibin û nedixwestin baro bikeve nava dosyayê . Cevat Yilmaz da zanîn ku wan piştî vê yekê ji bo daxilî dosyayê bibin çend daxwazên xwe pêşkêşî dozgeriyê kirine.
Cevat Yilmaz da zanîn ku wan daxwaz kiriye ku hemû kamerayên zanîngehê roja Rojîn hatiye û heta kêliya winda bûye tev bên lêkolînkirin û hemû kesên di nava van rojan de hatine zanîngehê bên tespîtkirin. Cevat Yilmaz anî ziman ku ji ber ku Rojîn ew 2 roj bûn hatiye Wanê ev yek pir zehmet nîn e û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Me xwest qet nebe îfadeyeke hemû xebatkar û personelên ewlekariyê bê girtin. Me bi hevalên xwe re ji bo zelalkirina bûyerê çi îhtîmal hebin nîqaş kir û weke daxwaz ji dozgeriyê re şand. Her wiha dema rapora 2024'an hatiye parvekirin, me daxwaz kir ka ew DNA di kê dera laşê Rojînê de hatine dîtin? Me xwest ev yek bê zelalkirin. Piştî salekê bi saya keda parêzerên malbatê, raya giştî, saziyan û dozgerê nû ATK'ê rapor şand û cihên ku DNA lê hatine dîtin eşkere kir.”
Cevat Yilmaz ji bo zelalkirina bûyerê pêşniyariyên xwe gotin û axaftina wiha bi dawî kir: “Bi ser navê xwe az dikarim bibêjim ku zext û hesasiyeta civakê ev dosya anî cihekî. Ji vir şûnde jî civak, jin, ciwan hwd. çiqas bipirsin û qebûl nekin ez bawer im dê saziyên fermî û rayedar jî li gor vê yekê tevbigerin.”
AW/WAN/BAZÎD EVRAN















