- Navenda Hevgirtina Rojîn Kabaîş ku bin banê şaredariya Rezanê de hat avakirin, pirsgirêkên jinan çareser dike û cihê niha ji bo yekîneyê tê bikaranîn di dema qeyûman de di bin navê kiratxaneyê de cihê ku hişbir lê dihat firotin û bikaranînê bû. Hat diyarkirin ku demên ewil jin ji ber vê ditirsiyan û nedihatin vir.
Piştî tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyan hemû derfetên jinan ji dest hatin girtin û jin hepsê malê hatinkirin. Mînaka herî mezin em ji vegotinên xebatkarên Navenda Hevgirtina Rojîn Kabaîş ya bin banê şaredariya Rezanê ya Amedê de hatiye vekirin dibînin. Gûrbet Kazan bi jinan re eleqeder dibin der barê zor û zehmetiyên jiyane de axivîn.
Xebatkara navendê Gûrbet Kazan da zanîn ku armanca wan ev e ku xwe bigihînin jinan û piştgiriya hiqûqî, psîkolojîk û civakî bidin û got: “Beriya qeyûman fikara jinan tunebûn. Bi rehetî dihatin saziyên me. Me bi rehetî xwe digîhand wan. Piştî qeyûman di xebatan de texrîbatên mezin çêbûn. Wê demê me nikaribû xwe bigihînin jinan. Piştî qeyûm çûn me xwe gîhand jinan. Me tirsa jinan dît. Me nikaribûn ew îqna bikirana. Baweriya jinan nû nû çêbûye. Di dema qeyûman de ev der di bin navê kafeyê de veguhertibûn kiratxaneyê. Li vir hişbir dihat firotin û bikaranîn. Hîna jî şêniyên taxê ditirsin. Dibêjin gelo ‘tiştên wisa hîna tên kirin’. Em di xebatên xwe de vê dibêjin. Em dibêjin werin bibînin. Em li ser aboriyê nîqaşan dimeşînin. Jin di alî aborî de pirsgirêkên mezin dijîn.” JINNEWS/AMED/ŞEHRÎBAN ASLAN