De Sanctis: Divê Ocalan azad bibe

În 15 Mijdar 2024 - 02:55

Sekreterê Neteweyî yê ANPI Fabrizio De Sanctis da zanîn Rêber Apo ji bo di çareseriya pirsgirêka Kurd de karibe bi rola xwe rabe, divê bi rengekî fîzîkî azad bibe û got, "Ocalan divê weke mirovekî azad karibe biaxive.”

Ji piştevanên kampanyaya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' Sekreterê Neteweyî yê Yekîtiya Partîzanên Îtalyayê (ANPI) ku bi sed hezaran endamên xwe hene Fabrizio De Sanctis li ser tecrîda li Îmraliyê û bûyerên dawî axivî.

Ocalan wekî pêşengê siyasî tê dîtin

Sekreterê Neteweyî yê ANPI Fabrizio De Sanctis anî ziman ku hevdîtina li Îmraliyê gaveke erênî ye, lê belê kêm e û destnîşan kir ku dîlgirtina Rêber Apo bi temamî dîlgirtina gelê Kurd e. De Sanctis got, "Hevdîtina ku bi Abdullah Ocalan re hate kirin teqez gelekî erênî ye. Ocalan ji aliyê bi milyonan Kurdan ve weke pêşengê siyasî tê dîtin. Min jî firsend dît ku serdana Amedê bikim û bi nûnerên gelek komeleyan re hevdîtinê bikim. Her carê hate gotin, mehkûmkirina Ocalan tê wateya mehkûmkirina Kurdan hemûyan. Ev rewş weke astengkirina azadiya siyasî ya Kurdan tê dîtin; eger pêşengê wan li vê yekê rast tên, hingî difikirin ku ji bo wan jî wê encamên nebaş rû bide."

Hevdîtin dikare bibe ronahiyeke biçûk

De Sanctis destnîşan kir ku Rêber Apo di çareseriya pirsgirêka Kurd de nebe nabe û got, "Bi dîtina min ev hevdîtin dikare bibe ronahiyeke biçûk ku ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê veguhere rojeke mezin.”

Peyama Ocalan ji bo aştiyê ye

Sekreterê Neteweyî yê ANPI Fabrizio De Sanctis ragihand ku Rêber Apo di peyama xwe de ya ji bo raya giştî şand, bi şênberî nîşan da ku ew alîgirê çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd e û got, "Peyama Ocalan peyamek bi dilxwaziya ji bo aştiyê ye. Divê destûr jê re bê dayin ku karibe bi roleke siyasî rabe."

Divê  Ocalan azad bibe

De Sanctis destnîşan kir ku ji bo Rêber Apo di çareseriya pirsgirêka Kurd de karibe bi rola xwe rabe, divê bi rengekî fîzîkî azad bibe û got, "Ocalan divê weke mirovekî azad karibe biaxive. Karibe bi rengekî azad biaxive, diyalogê bi hevrê, endamên partiyê û gelê xwe re dîne."

ANF/ROMA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.