Ji destçûna firsendê wê felaket be

În 27 Hezîran 2025 - 03:30

Berdevkê Unite the Unionê ya Navneteweyî ku sîwana sendîkayên Partiya Karkerên Ingilistanê ye Simon Dubbins, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber APO û Kongreya 12’yemîn a PKK’ê nirxand. Dubbins, diyar kir ku piştgiriyê dide banga Rêber APO ya çareseriya aştiyane. Dubbins ê ku ji Medya Nûçe TV re axivî, diyar kir ku bang pir girîng e û destnîşan kir ku tevî tecrîda 26 salan a Rêber APO hêj dikare rêbertiya pêvajoya aştiyê bikê û xwediyê hêza exlaqî û siyasî ye. Dubbins, diyar kir ku xwefesixkirina PKK’ê nîşaneya hêza Rêber APO ye û diyar kir ku biryara PKK’ê pir girîng e.

Bersiva dewletê pir hêdî ye 

Dubbins, destnîşan kir ku ji bo pêşxistina pêvajoyê divê Rêber APO azad be û got:“Aliyê Kurd gavên mezin avêt. Niha tişta pêwîst a mitleq ev e ku divê dewleta Tirk, gavên li gorî pêvajoyê biavêje û ji bo Ocalan bikaribe pêşengiya pêvajoyê bike divê gavên şênber biavêje. Lewre tenê ew dikare vê berpirsiyariyê bi cih bîne.”  Dubbis, diyar kir ku tevî gavavêtina Rêber APO û PKK’ê gavên Tirkiyeyê hêj qels in û got:“Bersiva dewleta Tirk pir hêdî ye. Tenê ji bo mercên Ocalan guherînên biçûk pêk anî. Ev yek nayê qebûlkirin û bi vî awayî pêvajo pêş nakeve.”

Helwesta Îngîlistanê 

Dubbins destnîşan kir ku Ingilistan aktoreke girîng e û ji bo pêvajoyê divê zextê li ser Tirkiyeyê bike. Herwiha Dubbins, diyar kir ku Ingilistan ji rewşa Rojhilata Navîn û ji qeyrana niha berpirsiyar e û got:“Ji ber vê hikûmeta Îngîlîz, ji dêleva tenê piştgiriyê bide aliyekî, wek Îsraîl, divê ji bo hemû alî bên ser maseyê û çareseriyê muzakere bikin hewl bide. Tenê bi piştgiriya dewletên ku erişan proveke dike ve nabe.” Dubbins, destnîşan kir ku Ingilistan, ji bo rewşa Rojhilata Navîn nakeve nava hewldanan. Dubbins, destnîşan kir ku Yekitiya Ewropayê , banga Rêber APO û biryara xwefesihkirina PKK’ê erênî dîtiye lê belê ji bo gavavêtina dewleta Tirkiyeyê zext çênekiriye û got:’’Divê Yekitiya Ewropayê û civakên navneteweyî ji bo gavavêtinê bêtir zextan li ser Tirkiyeyê çêbikin. Nexwe wê ev firsenda dîrokî ji dest me biçe. Heke ji dest biçe jî dê felaket bibe.”

Kampanya ‘I WANT TO VISIT OCALAN’  

Dubbins, diyar kir ku daxuyaniyên aliyên desthilat û muxalefetê erênî ye û ji bo Rêber APO bikare bi parêzên xwe, aktoren Kurd ên girîng û aktorên siyasî re hevdîtinan pêk bîne divê dewlet gavên şênber vebike. Herwiha Dubbins, destnîşan kir ku pişgiriyê dide kampanya navneteweyî ya “I wan to visit Ocalan/ Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” û got:“Divê dewleta Tirk, teqez van serlêdanan qebûl bike. Ev yek wê baweriya bi pêvajoyê xurt bike. Ew ê hejmara kesên ku Ocalan pê re hevdîtin pêk tînin zêde bibin. Em bang dikin ku her kes pişgiriyê bide vê serlêdanê û zextan zêde bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.