De Conca: Çareserî fikrên Ocalan e

Sêşem 1 Tîrmeh 2025 - 03:35

  • Sekreterê Giştî yê FLC CGIL’ê Massimiliano De Conca anî ziman ku bandora banga Rêber Apo bi herêmekê sînorkirî nîne û got, “Îro pirsgirêka bingehîn pirsgirêka demokrasiyê ye. Halbûkî divê çareseriyeke nû bê dîtin û ev çareserî jî di nava fikrên Ocalan, di nava manîfestoyên wî de ye.”

Sekreterê Giştî yê Lombardiya ya Sendîkaya Karkerên Perwedeyê ya Îtalyayê (FLC CGIL) Massimiliano De Conca têkildarê banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ axivî û destnîşan kir ku biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê û banga 27’ê Sibatê ay Rêber Apo ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd firsendeke mezin e. De Conca anî ziman ku ji bo serketina pêvajoyê divê dewleta Tirk gavên şênber biavêje. De Conca bal kişand ser girîngiya fikir û azadiya Rêber Apo û got, “Fikrên Ocalan ji bo krîza demokrasiyê ya heyî çareseriyê pêşkêş dike.”

De Conca destnîşan kir ku fesixkirina PKK’ê dawî nîne, destpêkeke nû ye û got, “Pîvan û biryarên ku di Kongreya 12’emîn a PKK’ê de hatin wergirtin bi dîtina min awarte ne. Destberdana ji tundiyê, pejirandina diyalogek ku gelan nêzî hev bike, çareseriya herî baş e vê demê ye. Ev yek dawîbûna demekê yan jî partiyekê nîne, destpêka rêyeke nû ya siyasî ye.

Ev yek dawî nîne, destpêkeke nû ye. Ev yek, ji dirûşm û gotinên kongreyê ye. Bi taybetî, fêhm dikim ku ev yek dikare wan kesan bitirsîne ku tundî û mêtingeriyê di şerê navneteweyî de weke yekane çareseriyê dibînin. Li hemberî vê yekê Ocalan pêngaveke diyalogê pêşniyar dike ku dikare rêyeke hevpar a pêşketinê veke, ku ev yek jî yekane çareserî ye. Kongreya 12’emîn ji xwe re dike armanc ku tevgereke azadiyê ya hîn berfireh bide destpêkirin; ez vê fêhm dikim û piştgiriya wê dikim.”

De Conca destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoyê berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê civaka navneteweyî û got, “PKK bi berpirsyariyeke mezin rabû. Divê dewleta Tirk biryarê bide. Ya wê berê xwe bide aliyê demokratîk an jî wê di rejîma heyî de bimîne. Ev yek tiştekî hêsan nîne û tenê bi dewleta Tirk re pêk nayê. Divê civaka navneteweyî jî hurmetê nîşanî pîvanên navneteweyî bide. Lewma divê Ewropa bi roleke hîn xurt rabe, divê Neteweyên Yekbûyî hîn çalak bibe, ku dewleta Tirk li gorî pîvanên navneteweyî tevbigere. Daxuyaniyên PKK’ê yan jî Ocalan ên ji bo guhertinê têrê nake. Divê piştgirî ji vê pêvajoyê re bê dayin.”

De Conca anî ziman ku ji bo serketina pêvajoyê gavên siyasî û hiqûqî yên dewleta Tirk wê girîng bin û weke gava destpêkê jî got, divê Rêber Apo û girtiyên siyasî azad bibe. De Conca got, “Aliyê hember yanî dewleta Tirk jî divê guhertinan bike. Tişta ku destpêkê divê bike, azadiya Ocalan û berdana girtiyên siyasî ye.”

De Conca diyar kir ku divê lêkolîn li ser fikrên Rêber Apo bêne kirin, piştgirî jê re bê dayin û got, “Divê fikrên Ocalan bên lêkolîn, belavkirin û dewamkirin. Fikrên Ocalan ne tenê bi pirsgirêka Kurd re eleqedar in. Bêguman pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke girîng e. Lê belê îro pirsgirêka bingehîn pirsgirêka demokrasiyê ye. Ji ber ku îro me tevlîbûn winda kir, rêyên tevlîbûna mirovan a li demokrasiyê winda kir. Halbûkî divê çareseriyeke nû bê dîtin û ev çareserî jî di nava fikrên Ocalan, di nava manîfestoyên wî de ye.”

 ANF/SERKAN DEMÎREL/NAVENDA NÛÇEYAN  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.