Aştî li ser înkarê nayê avakirin
Pêncşem 31 Tîrmeh 2025 - 03:42
Konfederasyona Întersendîkal a rêxistina sîwan a sendîkayên cihêreng ên li Spanyayê, ragihand ku ew piştgiriyeke tam didin pêvajoya aştiyê ya li Kurdistanê û tevlî bangên navneteweyî yên ji bo azadiya Rêber APO dibin.
Konfederasyonê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku tecrîdkirina 25 salan zêdetir a Rêber APO pirsgirêkeke siyasî ye û li pêş çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd, astengiya herî cidî ye. Sendîkayê deklerasyona hevpar a 88 xelatgirên Nobelê ku di nav wan de Adolfo Perez Esquivel, Jose Ramos Horta, Rigoberta Menchu, Jody Williams û Shirin Ebadî jî hene, weke gaveke girîng nirxand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:’’Abdullah Ocalan, di meseleya Kurd de, aktorekî ku dikare bibe mîmarê çareseriyeke aştiyane. Girtina wî ya di girtîgehê de ne tenê binpêkirina mafê takekesî ye, di heman demê de tê wê wateyê tunehesibandina daxwazên bi milyonan Kurdan. Aştî li ser zext û înkarê nayê avakirin.’’ Di daxuyaniyê de herwiha ev daxwaz hatin kirin:
* Divê Abdullah Ocalan û hemû kesên ku hincetên siyasî li Tirkiyeyê hatine girtin tavilê serbest bên berdan.
* Divê mafên siyasî, çandî û zimanê dayîkê yên Kurdan bên nasîn.
* Divê pêvajoyeke diyalogê yê şeffaf û ewle ku hemû alî tê de cih digrin, jinûve bê destpêkirin.
Konfederasyonê, bang li saziyên Ewrûpayê û navneteweyî jî kir ku piştgiriyê bidin pêvajoyê û pêwîst tê dîtin ku modela heyî ya dewleta Tirk were demokratîk kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN