Senator Diaz: Em piştgiriyê didin Ocalan

Şemî 6 Kanûn 2025 - 03:45

Senatorê Madridê Gorka Elejabarrieta Diaz got, "Em bi xurtî piştgiriyê didin mafên Birêz Abdullah Ocalan ên ji bo azadiyê û derfetên rêvebirina gelê xwe ya bi rengekî azad."

Senatorê Madridê yê welatê Baskê Gorka Elejabarrieta Diaz got, ji bo pêvajoyeke berfireh a afirandina civakeke demokratîk û hîn bi ewle ya li Kurdistanê, divê hiqûqa gelê Kurd bê naskirin.

Senatorê Madridê yê welatê Baskê Gorka Elejabarrieta Diaz ji Medya Haber TV'yê re axivî û bersiv da pirsên Erem Kansoy. Gorka Elejabarrieta Diaz anî ziman ku ew di demeke dîrokî de ne ku banga Rêber Apo û gavên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dikare senaryoya aştiyeke mayinde li Kurdistanê pêk bîne û got, "Deriyekî ji firsendeke dîrokî vebûye. Ji bo pêkhatina vê yekê divê aktorên siyasî yên din ên li hundir heman gavan biavêjin, pêvajoyeke diyalogê ya cidî bê danîn, ev pêvajo veguhere muzakereyê û bi peymanên berfireh bi encam bibe. Girîng e Tirkiye ji vê perspektîfê, yanî ji perspektîfa çareseriya şer nêzî meseleyê bibe."

Gorka Elejabarrieta Diaz destnîşan kir ku ji bo firsenda heyî veguhere aştiyeke mayinde gelekî girîng e ku aktor hemû tevlî pêvajoyê bibin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Lewma em di wê baweriyê de ne ku Abdullah Ocalan divê di dema herî nêz de bê berdan. Çiqasî zû bê berdan ewqasî baş e. Bi vî rengî wê karibe hîn çalak tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike."

Senator Gorka Elejabarrieta Diaz anî ziman ku ji bo vê pêvajoya berfireh a bi armanca avakirina civakeke hîn demokratîk û hîn bi ewle ya li Kurdistanê bi cih bê anîn, şert e ku hikumeta gelê Kurd bê naskirin û got, "Li gel gelê Kurd divê ziman û çanda wê jî bê naskirin. Divê gelê Kurd weke kirdeyeke siyasî bê qebûlkirin. Eşkere ye ku pêwîstî bi guherîna destûra bingehînî heye. Eşkere ye ku li Tirkiyeyê pêwîstî bi avaniyeke civakî ya tevgir heye, ku hebûna Kurdan nas dike û ewle dike. Bi dîtina min Tevgera Kurd û gelê Kurd ji her kesî baştir zane bê ya rast ji bo wan çi ye."

Gorka Elejabarrieta Diaz diyar kir ku ji bo pêkanîna aştiyê girîng e ji derve bi gelek kesan re hevdîtin bê kirin, li gelek kesan bê guhdarîkirin û got, "Lê belê biryara dawî divê hûn bi xwe bidin. Ji gelê Kurd bêhtir kes baştir nizane bê ya herî rast ji bo Kurdistanê çi ye. Tevgera demokratîk a Baskê û gelê Baskê bi rengekî xurt piştgiriyê dide têkoşîna azadî û demokrasiyê ya Tevgera Kurd. Em bi xurtî piştgiriyê didin mafên Birêz Abdullah Ocalan ên ji bo azadiyê û derfetên rêvebirina gelê xwe ya bi rengekî azad."

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.