Ma kampanya malbatan sûc e!
Şemî 16 Mijdar 2024 - 02:25
Doza Ferît Çelîk ku bi daxwaza Elmanyayê, Swêdê ew radest kir, li Dadgeha herêma Koblenzê destpê kir. Çelîk ji madeya 129a/b ya Qanûna Ceza ya Elman tê darizandin, bi endamtiya PKK’ê tê sûcdar kirin. Dozgeriya Koblenzê îdîa dike ku Çelîk di navbera salên 2019-2022’an de, bi navê PKK’ê li Darmstadt û Hannoverê xebat meşandine. Sûcdariyên dozgeriyê jî di çarçoveya xebatên siyasî de ne.
Ferît Çelîk ji ber xebatên xwe yên polîtîk ên li Tirkiyeyê ceza wergirt. Ji ber vê yekê hate Swêdê û îltîca kir û serlêdana wî hate qebûl kirin. Çelîk ji ber biryara girtinê ya li Elmanyayê hatî derxistin weke hincet hate nîşandan, di 23’ê Sibata 2024’an de bi awayekî korsanwarî li Swêdê hate binçavkirin û di 12’ê Hezîrana 2024’an de radestî Elmanyayê hate kirin.
Ji ber karên siyasî tê sûcdar kirin
Doza Çelîk 14’ê Mijdarê roja Pencşemê, li Koblenzê destpê kir. Bûroya Hiqûqê ya Azadî ku derbarê dozê de daxuyanî da, destnîşan kir ku piştî îdîanameyê, Ferît Çelîk daxuyaniyeke kurt daye û gotiye ew ji ber karên xwe yên siyasî tê darizandin. Çelîk bi hincetên weke organîzekirina meşa dirêj a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, protestokirina qedexekirina HDP’ê, vekişandina dewleta Tirk a ji Peymana Stenbolê tê sûcdar kirin. Komkirina pereyan a di çarçoveya Kampanyaya Malbatên Xwişk-Bira ku di pêvajoya pandemiyê de zehmetî dikişandin jî weke sûc têne dîtin.
PKK rêxistineke terorê nîne
Çelîk di axaftina xwe ya dadgehê de got:’’PKK rêxistineke terorê nîne. Sedema êş û bindestiya gelê Kurd nîne, encameke wê ye. Heta ku pirsgirêkên gelê Kurd ên mafên bingehîn û jiyana azad neyên çareserkirin, ew ê têkoşîna Kurdan bidawî nebe û wê rê li ber PKK’yên nû vebike.’’
Doza Çelkî wê heta dawiya vê salê, rojên Çarşem û Pencşemê, di saet 9.30’an de, li salona 102’an dewam bike.
Yek ji Kurdên hatiye radestkirin e
Ferît Çelîk, yek ji 14 Kurdên ku ji ber sedema îdîayên endamtiya PKK’ê ku vê gavê li Elmanya girtî ne ye. Ew bi xwe yek ji wan kesan e ku ji 7 kesên, piştî hevdîtina serdozgerê federal Peter Frank ê di sala 2022’an de li gel Tayîp Erdogan hevdîtin kir û bi fermanên girtinê yên li Ewrûpayê, li welatên din ên li Ewrûpayê hatin girtin û radestî Elmanyayê hatin kirin e.
Girtina bi korsanwarî
Ferît Çelîk ku Swêdê bi daxwaza Elmanyayê xwest dersînor bike, bi rengekî korsanwarî hate binçavkirin û girtin. Serwîsa îstîxbaratê ya Swêdê Sapo ji bo civîneke li ofîsa Solnayê bang li Ferît Çelîk kir. Li civîna ku 45 deqeyan dewam kir, parêzera wî Terfa Nisêbînî jî tevlî bû. Piştî civînê Ferît Çelîk dema ku di wesayîta parêzera xwe de bû, bi sê wesayîtên polêsan, li ser rê hate rawestandin û ji aliyê polêsên sivîl hate binçavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN