3 dagirker hatin kuştin

Şemî 16 Mijdar 2024 - 02:55

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zapê li dijî leşkerên Tirk çalakî kirin. Di encama çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin, derb li kepçeyekê hate xistin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da û wiha got:

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê

12'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

13'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku hewl dan ji bo dagirkeriyê rê çêbikin. Di çalakiyê de derb li kepçeyekê hate xistin û hewldanên çêkirina rê ya dagirkeran hate rawestandin.

14'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar dema ku dagirkeran dar dibirrîn, bi sekvaniyê li wan hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Li hemberî dagirkerên ku dar dibirrîn careke din çalakiya sekvaniyê hate kirin. Dagirkerek hate cezakirin. Di van çalakiyên hêzên me yên YJA Starê de 2 dagirker hatin cezakirin.

14'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li hemberî dagirkerên ku berê xwe dabûn tunelên me yên şer destwerdan hate kirin û dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

Sûcên şer ên artêşa Tirk

12, 13 û 14'ê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

12, 13 û 14'ê Mijdarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Kendekola, Sinînê, Berbizinê, Qele 11 caran, li Herêma Garê qadên Şikeftiya, Dêreşê, Deşta Kafya, Girê Reşîd 4 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Şêlazê, Bêşîlî 4 caran; bi giştî 19 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

13 û 14'ê Mijdarê li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Şêlazê 6 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 19 caran; bi giştî 25 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.