Têkoşîn hertim biser dixîne
În 15 Mijdar 2024 - 03:15
- Amadekariyên ji bo meşa mezin a li Kolnê ya ji bo azadiya Rêber APO, bi hemû leza xwe didome. Ji bo meşê bang hate. kirin û hate gotin: Pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber APO wê bibe wezîfeya me ya bingehîn. Roj roja mezinkirina têkoşînê û meşa ber bi serketinê ye.
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) diyar kir ku di şexsê Rêber Apo de êrîşên dewleta Tirk ên li ser hebûna gelê Kurd dewam dikin û got:"Li dijî van êrîşan, em jin 27 sal in ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Rojhilata Navîn bi rengekî topyekûn li ber xwe didin, roj bi roj têdikoşin." Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku bi taybetî sala dawî di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' li çar aliyên cîhanê jinên Kurd, gelê Kurd, hêzên li dijî sîstemê û dostên gelê Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava çalakiyan de ne û hate gotin:"Pêngava me ya azadiyê careke din nîşan da ku têkoşîn her tim bi ser dixîne. Ji ber vê yekê ji bo têkbirina vê komploya herî berfireh a dîrokê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê em hêza pêngavê hîn mezin bikin. Heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo me jinan wezîfeya bingehîn e ku pêşengiyê ji pêngava azadiyê re bikin."
Jin wê li pêş bin
Di daxuyaniyê de ji bo meşa Kolnê ya Mezin bang hate kirin û hate gotin:"Weke Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi hefteyan e li tevahiya Ewropayê welat bi welat, bajar bi bajar, tax bi tax, kolan bi kolan, mal bi mal em kar dikin. Ev meşa Kolnê ya mezin wê bibe yek ji serdemên bingehîn ên meşa me ya azadiyê ya dîrokî, wê dengê lingên ber bi serketinê bigihîne asta bilind. Di 16'ê Mijdarê de em jin, em ê li korteja jinê ya 'Tîrêjên Rojê' bin, dengê xwe bilind bikin, dil bi dil, mil bi mil tevbigerin. Li ser vê bingehê em bang li jin û ciwanan, gelê me, dostên me û hemû hêzên li dijî sîstemê ne dikin ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bi avakirina civakeke azad di 16'ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Elmanyayê beşdarî meşa dîrokî ya mezin bibin. Em li benda jin, zarokan, dayikan, jinên ciwan û jinên enternasyonalîst in ku bi sembol, dowîz û pankartên xwe li korteja jinê ya 'Tîrêjên Rojê' bin.
Divê neyê jibîrkirin, li her derê û di nava her şert û mercî de em ê tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin rojev, mejiyê qirker û komploger ê navneteweyî ku dijminê mirovahiyê, dijminê jinan, dijminê Kurdan e parçe bikin û têkoşînê mezin bikin."
Em bi sedhezaran tevlî bibin
Kurd di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê ye" ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji 25'ê Çileya 2021'an ve her roja Çarşemê li Meydana Natîonsê ya ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî lê ye çalakiya rûniştinê li dar dixin. Çalakiya vê hefteyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo Fermandara HPG û YJA Starê Delal Amed ( Hulya Eroglu) ku 11’ê Mijdara 2017’an li Botanê şehîd bû, destpê kir. Siyasetmedar Nurettîn Turgut got:“Di hevdîtinê de Rêber Apo got ku tecrîd hîna dewam dike. Berdewamkirina tecrîdê ji bo me peyamek e. Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û polîtîkayên qeyûmê yên li bajarên Kurdan bi tecrîdê re girêdayî ye. Li dijî van polîtîkayan ku li ser bingeha dagirkeriyê dewam dike, bi taybet li dijî tecîdê di çarçoveya pêngavê de 2 sal in li seranserê Ewropayê çalakî tên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de 16’ê Mijdarê bi beşdariya sed hezaran meş were lidarxistin. Em Kurdên li Ewropayê di 16’ê Mijdarê de li Kolnê azadiya Rêber Apo biqîrin.”
Kurd seferber bûne
Li bajarê Elmanyayê Duisburgê di çarçoveya xebatên meşê de, bi beşdariya Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut, Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok, Hevserokê FED-MED’ê Ahmed Konab, Hevserokê MCDK Duisburgê Yilmaz Ronî û endamên Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Duisburgê, li semta Marxlohê serdana esnaf û malbatan hat kirin, belavokên meşê hatin belavkirin û banga tevlîbûna meşê hat kirin.
Jinên Kurd ên li bajarê Dieburg ê Elmanyayê jî ji bo meşa Kolnê, gelek xebatan dimeşînin. Jin ji bo beşek mezin ê civakê beşdarî meşa Kolnê bikin ji malbatan heta cihê karan serdan dikin. Endamên Tevgera Jinên Kurd ev bang kirin:“Ji bo daxwazên xwe ji raya giştî ya navneteweyî re rabigihînin li Kolnê bicivin.”
NAVENDA NÛÇEYAN