Em dest ji têkoşînê bernadin

Şemî 16 Mijdar 2024 - 02:35

Hevşaredara Mêrdînê Devrîm Demîr û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk li dijî tayinkirina qeyûman dan zanîn ew ê têkoşîna xwe dewam bikin û gotin:"Li şûna me qeyûm hatin tayînkirin. Ma em ê dest ji têkoşînê berdin? Nexêr. Ger hewce be em ê pêwendî bi deh jinan re deynin. Heya taqet di lingên me de hebe, em ê di meşan de cih bigirin." 

Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşmeya "Gotina me neqediyaye. Em ê bi hev re tundiyê rawestînin" dest bi kampanyaya ku wê salekê dewam bike kir. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ên ku beşdarî civîna deklarasyonê ya kampanyayê bûn û ji wezîfeyê hatin dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, qeyûm û tayînkirina qeyûman nirxandin.

Gulistan Sonuk anî ziman ku desthilat her heyamê bi hincetên pûç qeyûm tayînî şaredariyan dike û got ku ev êriş li dijî hevserokatiyê ne ku qeyûm wê wekî "modela azadiyê" pênase dike. 

Em dest ji têkoşînê bernadin 

Gulistan Sonuk destnîşan kir ku rêveberiyên herêmî li dijî civaka ku desthilatên tekparêz û zayendperest dixwazin ava bikin, ji bo avakirina bajarên wekhev û hestiyar ên li ser bingeha wekheviya zayendî girîng in û got: "Li şûna me qeyûm hatin tayînkirin. Ma em ê dest ji têkoşînê berdin? Nexêr. Ger hewce be em ê pêwendî bi deh jinan re deynin. Heya taqet di lingên me de hebe, em ê di meşan de cih bigirin." 

Dijminatiya li hemberî kurdan e

Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr jî diyar kir ku cara sêyemîn e tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyan û israrkirina li ser vê polîtîkayê nêzîkatiyeke dagirkeriyê ye û got: "Dijminatiya li gelê kurd e. Naxwazin gelê kurd di rêveberiyên herêmî de bibin xwedî îrade. Ji ber vê yekê jî ev polîtîka dijminatiya li hemberî kurdan e.”

Wê xebatên me bidomin

Devrîm Demîr bi bîr xist ku piştî qeyûm tayînî şaredariyan hatine kirin, ewilî cihên êriş kirinê cihên jinan bûne û wiha got: "Hemû saziyên jinan girtin. Nehiştin ku jin bixebitin. Li cihê ku xebat ji bo jinan hebû, kirin hedef. Heman nêzîkatî îro jî didome. Dibe ku saziyên me tune bin, lê hêza me ya jinan heye. Wê xebatên me bidomin. Em ê bi biryartir û bihêztir xebatên xwe yên jinan bidomînin."

 MA / AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.