Wê raportorê Tirkiyeyê ji bo Ocalan serlêdanê bike
Yekşem 10 Mijdar 2024 - 16:15
- Raportorê Meclisa Parlamanteran a Konseya Ewropayê yê Tirkiyeyê Stefan Schennach bi lêv kir ku wê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serlêdanê bikin û got:” Tecrîda li girtîgehê li dijî mafên mirovan e û di asta îşkenceyê de ye.”
Raportorê Tirkiyeyê yê Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Stefan Schennach di navbera 11-14'ê Hezîranê de girtîgehên Tirkiyeyê ziyaret kir. Schennach di rapora ku der barê ziyareta xwe de amade kir de diyar kir ku li girtîgehan gelek binpêkirin hene. Di raporê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin jî cih girt.
Stefan Schennach têkildarî raporê axivî. Stefan Schennach diyar kir ku ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin ew ê serlêdanê bikin. Stefan Schennach bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Tecrîda li girtîgehê li dijî mafên mirovan e û di asta îşkenceyê de ye. Ji bo hevdîtina bi Ocalan re ez ê jî serlêdanê bikim."
Stefan Schennach da zanîn ku ew ê di meha Çile de careke din serdana girtîgehên li Tirkiyeyê bikin û di vî warî de xebatên xwe yên raportoriyê bidomînin.
Mecbûr in demokrastiyê qebûl bikin
Stefan Schennach, bi bîr xist ku binpêkirinên li ser kurdan berdewam dikin û îşaret bi qeyûmên tayînî şaredariyên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) de ne kir. Stefan Schennach diyar kir ku qeyûm nayên qebûlkirin, hewldana desteserkirina îradeya li Wanê bi bîr xist û got: "Min wê demê li dijî qeyûman daxuyanî da, niha jî heman tiştî dibêjim. Şaredarên ku tên hilbijartin, şaredar in. Hikûmet nikare îradeya gel bide ber şensakê, mecbûr e demokrasiyê qebûl bike."
Tirkiye biryaran bi cih nayne
Stefan Schennach diyar kir ku Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih nayîne û destnîşan kir ku ew ê xebatên xwe yên ji bo pêkanîna biryaran bidomînin. Stefan Schennach got: “Di hemû hevdîtinên xwe yên bi hikûmet û partiyan re, min di pêkanîna biryara DMME’yê de israr kiriye û ez ê vê yekê bidomînim. Lijneya wezîran jî di cîbicîkirina biryaran de israr dike."
NAVENDA NÛÇEYAN/MA