Bi tecrîdê zagon tên binpêkirin

Çarşem 13 Mijdar 2024 - 00:12

Parêzerên li Helebê têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de diyar kirin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û gotin:” Dewleta Tirk zagonan binpê dike. Desthilata dagirkeriya Tirkiyeyê pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike.”

Dewleta Tirk a dagirker pergala îşkence û qirkirinê li Îmraliyê li ser Rêberê Gelkê Kurd Abdullah Ocalan didomîne. Der barê mijarê de hevseroka Yekîtiya Parêzeran a Kantona Efrîn û Şehbayê parêzer Fadiya Şêx Îsa û endamê Yekîtiya Parêzeran a Helebê, parêzer Îsam Mihemed axivîn. 

Bi tecrîdê zagon tên binpêkirin

Fadya Şêx Îsa diyar kir ku dewleta Tirk zagonan binpê dike û got: “Desthilata dagirkeriya Tirkiyeyê pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike.  Ji bilî hevdîtina bi biraziyê wî Omer Ocalan re piştî 44 mehan, hemû hevdîtinên bi malbat û parêzeran re hatine astengkirin.”

Mafê hêviyê 

Fadiya Şêx Îsa her wiha da zanîn ku li gorî zagona mafê hêviyê eger girtî bîst sal cezayê xwe derbas kirin, yan jî temenê wan ji heftê saliyê zêdetir be, divê were berdan,  ev her du şert jî ji bo Rêber Abdullah Ocalan derbas dibin; ew 75 salî ye û zêdetirî 25 salan di girtîgehê de maye, lê ta niha jî girtî ye.

Bêdengiya rêxistinên navneteweyî

Fadiya Şêx Îsa bal kişand ser bêdengiya rêxistinên navneteweyî û wiha dewam kir: “Rêxistinên navnetewî, mirovî û mafên mirovan bêdeng in, ji ber ku berjewendiyên navnetewî li ser qanûnên navneteweyî, mafên mirovan û mafên takekesî û mafên gelê Kurd re ye.”

Fadiyayê diyar kir ku hemû binpêkirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên kirin li dijî zagonên Tirkiyeyê û yên navnetewî ne.

Zextê li dewleta tirk bikin

Fadiyayê bang li rêxistinên navnetewî, Neteweyên Yekbûyî û bi giştî rêxistinên mafên mirovan kir ku li dosyaya Rêber Abdullah Ocalan binêrin, ji tecrîda li ser wî re çareseriyekê bibînin û zextê li dewleta Tirk bikin ku zagonên navnetewî pêk bîne û Rêber Abdullah Ocalan serbest berde.

Mafê girtiyên siyasî heye 

Endamê Yekîtiya Parêzeran a Helebê parêzer Îsam Mihemed jî diyar kir ku pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin sûc e. Her wiha Îsam Mihemed her wiha teqez kir ku li gorî zagonan mafê girtiyê siyasî heye ku nêrîna xwe bêje û ramanên xwe pêşkêş bike, ji ber ku ew girtiyê siyasî ye û doza wî ne dozeke tewanê ye û peymanên navdewletî van mafan didin girtiyên siyasî.

Hesab ji dewleta tirk bixwazin 

Parêzer Îsam Mihemed ji rêxistinên mirovî xwest ku zextê li dewleta Tirk bikin ji bo azadkirina Rêber Abdullah Ocalan û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk guh nade van zagonan, lê belê mafên mirovan binpê dike. Lewma ji Rêxistinên Mirovî tê xwestin ku hesabê ji dewleta tirk bipirsin."

ANHA/HELEB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.