Divê weke Mandela bê berdan
Çarşem 13 Mijdar 2024 - 02:45
- Konstantîn Wecker: Pêwîstiya gelê Kurd bi piştevaniya navneteweyî heye. Çawa ku me ji bi Nelson Mandela kir, ji bo azadiya Ocalan jî, em li cîhanê kampanyayekê bidin destpê kirin.
Muzîsyen û aktîvîst Konstantîn Wecker bi dîmenekî piştgiriya xwe ya ji bo Kurdan nîşan da û destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo şertê bingehîn ê çareseriyeke aştiyane û adil a pirsgirêka Kurd e.
Muzîsyen û aktîvîstê naskirî Konstantîn Wecker ji bo nîşandana piştgiriya bi Kurdan re û vegotina girîngiya azadiya Rêber Apo ya ji bo çareseriya adil û aştiyane ya pirsgirêka Kurd dîmenek weşand.
Wecker êrîşên rejîma Erdogan ên li ser Rojava, Bakurê Sûriyeyê, Şengal û Başûrê Kurdistanê weke binpêkirina hiqûqa navneteweyî û sûcê li dijî mirovahiyê pênase kir û got:"Aştî û edaleta civakî mafê gelê Kurdistanê û Rojava ye. Ji bo çareseriyeke aştiyane û adil a gelê Kurdistanê divê Abdullah Ocalan bê berdan. Berdana wî şertê bingehîn ê paşerojeke aştiyane û demokratîk a li Kurdistanê, Tirkiyeyê û herêmê ye."
Piştgiriyeke navneteweyî divê
Muzîsyen Konstantîn Wecker ev bang kir:"Rojava me hemûyan eleqedar dike. Pêwîstiya gelê Rojava niha bi piştgiriya me ya navneteweyî heye. Çawa ku me ji bo Nelson Mandela kir, ji bo azadiya Ocalan jî li cîhanê em dest bi kampanyayekê bikin."
Konstantîn Wecker kî ye?
Konstatîn Wecker ku bi strana xwe ya "Shame on Europe" tê naskirin, ne tenê muzîsyenekî navdar e, her wiha bestekar, nivîskarê stranan, lîstikvan, nivîskar, aktîvîstekî siyasî yê bi biryar e ku ji bo mafên mirovan, aştî û edaleta civakî bi dehan salan têkoşiya. Wecker ku bi karên xwe yên hunerî û cemaweriyê ji nifşan re bû çavkaniya sûd wergirtinê, ji bo cîhaneke hîn baş ew rakir ser piyan.
NAVENDA NÛÇEYAN