Em tecrîdê ji Ewrûpayê bişikînin

Pêncşem 14 Mijdar 2024 - 03:15

  • Amadekariyên meşa mezin a di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de wê di 16’ê Mjdarê de li Deutzer Werft a Kolnê bê lidarxistin, didomin.

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut, Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok û endamên Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Munsterê, di çarçoveya amadekariyên meşê de serdana esnafan û malbatên bajarê Munster ê Elmanyayê kirin, belavok belav kirin û banga tevlîbûna meşê li gel kirin.

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut di serdana malbatan de axivî. Zumrut anî ziman ku Rêber Apo 26 sal in li greva Îmraliyê di bin tecrîda mutlakte dîl tê girtin û got:“Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd em ê li Kolnê meşek li dar bixin. Weke hûn jî dizanin Rêber Apo 26 sal in li girava Îmraliyê dîl hatiye girtin. Bi taybetî di 4 salên dawî de li girava Îmraliyê tecrîdek pir giran tê meşandin. Ne malbat û ne jî parêzer nayên dîtin, tecrîdê girantir dikin. Rêber Apo di hevdîtina bi Omer Ocalan re kir, yekem gotina wî ev bû, ‘Tecrîd didome’. Belê, di encama têkoşînekê de Omer Ocalan bi Rêber Apo re hevdîtin kir, lê ev nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye û pergala Îmraliyê ji têk çûye. Em jî di 16’ê Mijdarê de meş û mîtîngekê organîze dikin. Ger bi sed hezaran kes biherikin Kolnê, wê tecrîda Îmraliyê bikeve rojeva dewletên Ewropayê. Bi vê boneyê em serdana malbatên xwe dikin. Em ê ji Ewropayê vê peyamê bidin; em ê tecrîdê ji Ewropayê bişkînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin."

Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok jî anî ziman ku xebatên pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi hemû leza xwe didomin û got:“Îro em bi hevseroka KCDK-E, hevrêyên xwe yên jin û endamên Meclîsa Munsterê re bi roj çûn serdana esnafan. Em ê êvarê jî serdanên malbatan pêk bînin. Di çarçoveya amadekariyên meşa Kolnê de em ê sibê li Osnabruckê esnafan ziyaret bikin. Divê gelê me di 16'ê Mijdarê de biherike Kolnê."

Em destê Rêber APO xurt bikin

Berdevkê Komîteya Azadî ji Ocalan re ya Swîsreyê Nejdet Atalay jî got:"Civaka Kurd, rêxistinên Kurd û siyaseta Kurd demeke dirêj e dibêje, muxatabê pirsgirêka Kurd û muzakerevanê sereke Serok APO ye. Em li pişt Serok APO ne, Serok Apo muzakarevanê me yê sereke ye. Ji bo xurtkirina destê Serok APO divê em li Kolnê helwesta xwe nîşan bidin. Peyama Serok APO ji bo me gelekî girîng e. Serok APO got, tecrîd dewam dike. Bi vê gotinê bang li me kir ku têkoşînê dewam bikin. Bİ gotina 'Hêza min a teorîk û pratîkî heye' peyam da muxatabên xwe. Peyama xwe ya sêyemîn jî silavên wî bû. Spasiya her kesî kir ku heta niha ked dan û têkoşiyan. Bi tevlîbûna bi sed hezaran, bi milyonan em ê li Kolnê bersivê bidin silava Serok APO."

Azadiya wî azadiya gelekî ye

Nûnerên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê û rêveberên FEDA'yê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO banga tevlîbûna li meş û mîtînga 16'ê Mijdarê ya li Kolnê kirin.

Rêveberê FEDA'yê Azîz Tûnç: Ji bo piştgiriya bi berxwedana gelên me, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî, ji bo têkbirina êrîşên kuştin û asîmîlasyonê yên li ser Elewiyan di 16'ê Mijdarê de em li Kolnê li hev kom bibin. 

Nûnerê Partiya Rizgariyê ya Jinûve Sosyalîst Tûncay Yilmaz: Em bang li gelên xwe dikin ku 16'ê Mijdarê li Kolnê bin. Di meş û mîtînga 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' wê refê berjewendîparêz û refê aştîxwaz, azadîxwazan wê diyar bibe. 

Hevserokê AVEG-KON'ê Mesût Dûman: Di 16'ê Mijdarê de li hemberî tecrîd, êrîşên îmhayê, şer û polîtîkayên qeyûm em li bendê ne ku hûn jî li Kolnê bin.

Hevserokê ATÎK'ê Suleyman Gurcan: Ji bo parastina azadiya girtiyên siyasî, ji bo berdana girtiyên nexweş û betalkirina hucreyan ev meş girîng e. Di heman demê de ji bo şermezarkirina qeyûmên ku dewleta Tirk a faşîst tayîn kiriye ev meş gelekî girîng e.

Nûnerê Xeta Sor Necatî Guler: Weke Xeta Sor ji bo meş û mîtînga 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, bes e ji tecrîdê re' ya li Kolnê em bang li dostên xwe, mirovên pêşverû, demokrat û dijberên êşkenceya tecrîdê dikin ku piştgiriyê bidin.

Bi navê cîhaneke bê jiyîn Çîgdem Alinterî: Bi dirûşma 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, azadî ji gelê Kurd re, azadî ji girtiyên siyasî re' bi sed hezaran kesî em ê li qadan bin. Alîgirên sosyalîzm, şoreş û azadiyê wê bi ruhê enternasyonalîst di 16'ê Mijdarê de li Kolnê bin.

Nûnerê ADDKÎ Huseyîn Ateş: Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gelekî ye. Divê neyê jibîrkirin ku ne tenê azadiya mirovekî ye, di heman demê de şikandina tecrîdê ye. Lewma em bang li gelan hemûyan dikin ji bo azadiya Abdullah Ocalan û gelê Kurd bibin aliyek.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.