Hevdîtinên bi telefonê nerast in
Şemî 16 Mijdar 2024 - 03:15
- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got: Desthilatdariya AKP-MHP hewl dide şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan bibe serî. Divê gelê Kurd û derdorên demokratîk têkoşînê dewam bikin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di bernameyeke taybet a di televîzyona Medya Haber de têkildarî hewldanên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên dema dawî, desteserkirina îradeyê ya li hemberî destketiyên siyasî yê gelê Kurd nirxandin kirin. Karasû diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst peyaman dide gelê Kurd ku ji dest ji Kurdîtiya xwe berde û doza Kurd berde û destnîşan kir ku divê li dijî vê yekê têkoşîn bê geşkirin û wiha got:“Piştî 4 salan hevdîtinek bi Rêber Apo re hate kirin. Rêber Apo silav li her kesî kir. Em jî bi hesret, hezkirin û rêzdarî silavên xwe dişînin. Silavgirtina ji Rêber Apo ji bo me û hemû gelê me bû moral. Lewma bi rastî jî 4 salan agahî negirtin, zehmet bû. Lewma ji bo me bû agahiyeke girîng. 1’ê Cotmehê Devçet Bahçelî merheba da parlamenterên DEM Partiyê û gotinên wiha dikir, ‘ger ji derve aştî hebe, divê di hundir de jî aştî hebe’. Bê guman li hawireke ku Devlet Bahçelî bang li Rêbertî bike û Erdogan jî piştgiriyê bide vê bangê, dibe ev nirxandin û şîrove bên hişê mirov. Ji aliyê kesên ku rastiyê nizanin û nabînin ve nirxandinên bi vî rengî, tê fêmkirin. Lê belê ev hevdîtin rasterast bi gotinên Devlet Bahçelî û nîqaşên piştre re eleqeder nînin. Bi salane ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û ji bo azadiya wî, têkoşîneke mezin tê meşandin. Vê yekê bi rastî jî zehmetî ji bo dewleta Tirk çêdikir. Di çarçoveya axaftinên Devlet Bahçelî de Tirkiye zehmetî jiyan dikir û mijara destûr nedayîna hevdîtinê, li ser dewleta Tirk veguherîbû zextê. Destûra hevdîtinê da û xwest ji vê zextê rizgar bibe. Hem jî di pêvajoyeke wiha de xwest hişê mirovan tevlîhev bike.
Tecrîd dewam dike
Rêbertî bi xwe dibêje, ‘tecrîd dewam dike’. Ev tê wê wateyê ku em ê têkoşînê bidomînin. Eger ev hevdîtin di encama têkoşînê de çêbibe, wê demê divê em têkoşînê bidomînin. Ji ber ku di civakê de, di kesan de ferasetên şerê taybet hene. Di encama kampanyayên hêzên şerê taybet de, şaş fêmkirin çêdibin. Di roja me de ku bi dehan televîzyon hene, amûrên şerê taybet hene, mirov tên xapandin. Divê bi van nexape. Jixwe niha jî gelê me li her derê dibêje tecrîd dewam dike. Li Ewropa jî tê gotin. Li Bakur jî, li her derê tê gotin ku tecrîd dewam dike û wê têkoşîn jî dewam bike. Dîsa di demek nêz de, 16’ê Mijdarê wê li Kolnê meşa mezin were kirin. Li wir wê têkoşîna li dijî tecrîdê bê nîşandan. Di sala duyemîn a kampanyaya azadî ji Rêber Apo re de, wê pêngavek nû bê avêtin. Li wir jî helbet divê tevlîbûneke xurt çêbibe. Divê ev yek bê dîtin.
Zîhniyet neguheriye
Çi bû yanî? Devlet Bahçelî yê ku heta duh her cure zimanê qirkirinê bi kar dianî, mîna jehrê diaxivî, hebûna Kurdan bi temamî tine dihesiband, ne tenê DEM Partiyê, hemû Kurd, li dijî her kesên têkoşîna gelê Kurd dimeşîne dijûn û êrîş dikir, îro dibêje em aştiyê pêk bînin? Divê teqez sedemeke vê hebe. Di vî alî de bêguman sedemên cuda tên nîqaşkirin.
Desthilatdariya AKP-MHP'ê li derve zehmetiyan dikêşe û di hundir de jî zehmetiyan dikêşe. Ev rast e. Lê nirxandineke weke ku ji ber li derve û hundir zehmetî dikêşe, ji ber wê dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bike û van zehmetiyan derbas bike, şaş e. Di mijara pirsgirêka Kurd de zihniyet nehatiye guhertin. Zîhniyeta demokratîk pêş ketiye an jî dê pirsgirêka Kurd çareser bikin, tiştekî bi vî rengî nîne.
Li ser DEM Partiyê lîstik hene
Bi giranî li ser DEM Partiyê tê lîstin. Wê bibêjin “Me ji bo qada ku hûn lê siyasetê bikin vekir. Em bi nermî nêzîk bûn.” Wê bêjin ku we bersiv neda vê yekê û ew ê bi tundîtir bi ser wan de herin. Divê her kes hevokên Mehmet Uçun yek bi yek şîrove bike. Ew dixwaze çi bibêje? Devlet Bahçelî got, an hûn ê qebûl bikin an jî hûn ê kulman bixwin. Pişte Devlet Bahçelî, Rêbertî vexwendiye meclîsê. Çi gotiye? Were rêxistina xwe belav bike. Ev yek tê çi wateyê? Hêza fikirîn û îradeya siyasî ya gelekî. Ev 50 sal in ji bo vê yekê li ber xwe dide. Deh hezaran şehîd hene. Dibêje were belav bike. Ev yek tê wateya teslîmbûnê. Devlet Bahçelî Rêbertî mixatab girt. Her kesî fêm kir ku mixabatê vê pirsgirêkê Rêber Apo ye. Ger were çareserkirin wê ew çareser bike. Yanî zelal bû ku mixatab ew e.
Ti hevdîtin tine ne
Dibêjin bi rêya telefonê li gel Qendînê hevdîtinek çêbûye. Ev yek ne rast in. Heya niha bi Qendîlê re têkiliyek çênebûye. Tişetekî bi vî rengî tune ye. Em jî weke hemû kesan li ser televîzyonan dişopînin. Ji çapemeniyê dişopînin. Bila ev yek jî wiha were zanîn. Bi Rêbertî re hevdîtîneke wisa tune ye, pêvajoyek tune ye. Dikarin hemû gavan bi Rêbertî re hevdîtinan pêk bînin. MÎT dikare here û bi Rêbertî re hevdîtinan pêk bîne. Berê jî li Îmraliyê bi Rêbertî re gelek hevdîtin çêbûn. Lê belê em ji gotinên Omer Ocalan û dîsa ji gotinên Tûncer Bakirhan ên piştre fêm dikin ku Rêbertî gotiye ku pêvajoyeke çareseriyê tune ye. Ji ber vê yekê divê ji wê hevdîtînê wateyeke cuda neyê derxistin. Divê were zanîn ku ew hevdîtin encama têkoşîna bi salan e. Divê mirov bi baldarî li nêzî vê pêvajoyê bibe. Ev xefikek e, lîstîk e. Jixwe desthilatdariya AKP-MHP’ê desthilatdariya şerê taybet e. Lîstika di nav lîstikê de ye. ixwe Erdogan demogog e. Devlet Bahçelî jî wisa ye. Jixwe faşîzm tê wateya demogojiyê. Berovajîkirina rastiyan e. Divê ev rastî were zanîn. Bi taybetî jî divê were zanîn ku li ser aligirên DEM Partiyê û gel lîstikeke çawa tê lîstin. Ji ber vê yekê divê gel sekneke qewî nîşan bide û li hemberî vê polîtîkayê têbikoşe. Ji bilî têkoşîna li dijî vê polîtîkayê tu rêyên din tune ne. Ji ber ku teslîmbûn pêk nayê, yanî dev ji Kurdayetiya xwe bernadin, ji ber ku gelê Kurd dev ji azadî û mafên xwe yên demokratîk bernade, divê vê polîtîkayê bi awayekî rast bibîne û divê li dijî vê polîtîkayê li ber xwe bide.
NAVENDA NÛÇEYAN