Divê komîsyon Rêber APO bibîne

Pêncşem 7 Tebax 2025 - 03:50

  • Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû got:"Ji bo ku komîsyon bixebite, divê pêşî biçe bi Rêber Apo re nîqaş bike, tenê bi pêvajoya çekdanînê û vegerê re sînordar nemîne û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gavên demokratîk bavêje."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû li ser   tecrîda li ser Rêber Apo û bi vê ve girêdayî Mafê Hêviyê û armancên komîsyona meclisê ya li gorî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatî avakirin, ji Medya Haber TV’ê re nirxand.

Mûstafa Karasû di destpêka nirxandina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêber APO û mafê hêviyê û wiha got:’’Ji aliyê DMME’yê ve bibîrxistina Mafê Hêviyê 10 sal berê bû. Salo borî jî hişyariyek çêbû. Lê dewleta Tirk hîna jî di vê mijarê de gav neavêtiye. Lê Devlet Bahçelî bi eşkere vê yekê got, “Bila rêxistina xwe fesih bike, dev ji têkoşîna çekdarî berde û bila Mafê Hêviyê were pratîkkirin.” Wê demê divê Devlet Bahçelî li ser soza xwe bisekine. Ev ne tenê sozekî ku Devlet Bahçelî daye ye. Yanî nêrîna hevpar a tifaqa ku desthilatdariya heyî pêk tîne ye. Eger ev were çareserkirin, pêvajo wê pêşde biçe û geşedanên wê erênîtir bibe. Fikarên ku niha di raya giştî de çêbûne wê werin tunekirin. Di serî de divê Rêber Apo bigihe şert û mercên xebatê yên azad, yanî divê Mafê Hêviyê bi eşkere û zelal pratîk bibe.

Avakirina komîsyonê girîng e

Karasû derbarê komîsyona ku hatiye avakirin jî ev nirxandin kir:’’Eger pirsgirêka Kurd û demokratîkbûn mijara gotinê be, navnîşana vê meclîs e. Meclîs wê çareser bike. Wê bi biryarên meclîsê were çareserkirin. Avakirina komîsyoneke bi vî rengî girîng e, lê divê ev komîsyon bi qanûnê hatiba avakirin; divê armancên wê hîn eşkere û zelaltir hatiban diyarkirin. Yanî têkildarî demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd, divê bername û armancek heba. Evane hîna tam zelal nînin, lê avakirina wê girîng e. Ji ber ku nîqaşkirina pirsgirêka Kurd, encex bi komîsyonekê dibe. Ji vî alî ve weke gava ewilî, avakirina wê em erênî dibînin. Divê navê vê komîsyonê jî rast were diyarkirin. Ji vî alî ve binavkirineke ku demokratîkbûnê îfade dike, erênî ye. Destpêkê jî divê ev komîsyon bi Rêbertî re hevdîtin bike. Muxatabê vê û di navenda vê pirsgirêkê de Rêber Apo heye. Ji vî alî ve eger ev komîsyon rast bixebite, rêbazeke rast a xebitînê nîşan bide, xebatên xwe bi perspektîfa rast nîşan bide, bi rastî jî xebateke watedar bimeşîne, divê biçe bi Rêber Apo re baxive. Divê bi Rêber Apo re nîqaş bike. Divê mijara destpêkê ev be. Heta ku bi Rêber Apo re neyê nîqaşkirin, pê re neyê axaftin ev komîsyon zêde bi sûd nabe. Ev komîsyon niha hate avakirin. Demeke 2-3 mehan hatiye gotin. Wisa nabe yanî. Wê di 2-3 mehan de çi çareser bike? Wê rewşa gerîlayên ku wê çekên xwe deynin û werin, dê çi be? Çavkaniya vê pirsgirêkê heye, sedemên ku ev pirsgirêk derketî holê heye, pirsgirêka Kurd heye, pirsgirêka demokratîkbûnê ya Tirkiyeyê heye. Divê qanûnên ku gelek demokratîkbûnan pêş bixe û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd zemînê çêbike, derbikevin holê. Jixwe di vî alî de rexne hene. DEM Partiyî rexne dikin, em jî rexne dikin. Em gavên xwe tenê ji bo vê naavêjin. Pirsgirêka demokratîkbûnê, pirsgirêka Kurd heye. Ji vî alî ve armanca xebata komîsyonê ya wisa bi du mehan re sînordar, pêdiviyan pêşwazî nake. Eleqeyeke dostan heye. Li Ewropa, Tirkiye û cîhanê jî eleqeyeke dostan heye. Piştgirî didin vê pêvajoyê, ji bo serketina vê pêvajoyê hewl didin. Helbet divê ev hewldan hîn zêdetir bibin.

Nêzîkatiyên CHP’ê erênî ne

Me berê jî destnîşan kir ku ev zextên li ser CHP’ê ne rast in, ji bo pêşketina pêvajoyê tevkariyê nake; dîsa em di heman fikrî de ne. Lê ev jî rastiyek e. Divê muxalîf jî vê rastiyê bizanin. Em niha helbet nêzîkatiyên CHP’ê erênî dibînin. Jixwe beşdarî komîsyonê jî bûn, diyar kirin ku wê piştgirî bidin. Li her dere di şaredariyê de nelirêtî, ev û falan tişt çêdibin. Tiştên li CHP’ê tên kirin, ne têkildarî vê yekê ne. Operasyonên ku vê derbas dikin û xwedî armancên cuda. Evane vekirî ne, her kes van nîqaş dike. Çavkaniya pêkanînên antî-demokratîk, neçareseriya pirsgirêka Kurd e. Ji vî alî ve muxalefet divê bi gotina “li wir ew zextê dike, ev zextê dike” sar nêzî pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo û Tevgera me ve tê destekkirin, nebe. Eger bi wan hincetan nerênî nêzî vê pêvajoyê bibin yan jî desteka pêwîst neyê dayîn, herî zêde wê ew bi xwe bikevin kêmasiyê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.