‘Rêber Apo aqilekî Kurdî ava dike’
În 4 Tîrmeh 2025 - 03:45
- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bi bîr xist ku Rêber Apo ji bo Kurdan “aqilekî” ava dike û hemû hewldana wî ji bo vê yekê ye. Her wiha da zanîn ku tecrîda li ser wî hîna jî dewam dike û divê dewlet tavilê pêwîstiyên pêvajoyê bi cih bîne.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di serî de pêngava Aştî û Civaka Demokratîk, bûyerên li Tirkiye û Rojhilata Navîn ji Medya Haber TV re nirxand.
Mûstafa Karasû di serî de salvegera çalakiya Zeynep Kinaci ya li Dersimê nirxand û pê re jî Alî Haydar Kaytan, Şêx Seîd û hevalên wî yên ku hatibûn darvekirin bibîranî. Giringiya têkoşîna wan ya di dîroka Kurdistanê de bi bîr xist.
Mûstafa Karasû wiha dest bi axavtina xwe kir; “Şehîd Zîlan, şehîd Gulan, şehîd Sema û şehîd Helmet ên di vê mehê de şehîd ketin bi hurmet û minet bi bîr tînim. Şêx Seîd û hevalên wî jî yên di vê mehê de şehîd bûn bi hurmet û minet bi bîr tînim. Her wiha hevalê Fûat ê ku salvegera şehadeta wî ye bi minet û hurmet bi bîr tînim. Wateya hevalê Fûat ji bo me bi rastî jî mezin e. Hevalê Fûat hevalê destpêkê yê Apoyî yê Rêber Apo ye. Hevalê ku tevlî civîna li Bendava Çûbûkê bû bû. Ji wê rojê heta kêliya şehîd bikeve, Rêber Apo, xeta wî, têkoşîna wî şopand, hewlda xeta Rêber Apo bi rengê herî baş bixe pratîkê, ji bo vê kete nava hewldana herî mezin. Hevrêyekî, hevalekî me yê bi vî rengî bû.
Bêguman şehadeta Şêx Seîd û hevalên wî heye ku di vê demê de em bi bîr tînin, hatin darvekirin. Darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî di dîroka Kurdan de trajediyeke gelekî mezin e. Bi taybetî gotinên Şêx Seîd û hevalên wî yên li sêdarê hîn jî di guhê me hemûyan de ye. Bi welatparêziyeke mezin, bi wêrekî û îradeyeke mezin li sêdarê li hemberî mêtingeran, li hemberî yên ku dixwazin Kurdan tine bikin lawaziyeke gelekî biçûk nîşan nedan. Ev gelekî girîng e.”
Tecrîd hîna jî dewam dike!
Mûstafa Karasû balê bir ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan a ku hîna jî dewam dike û li ser eleqeya kampanyaya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re bikim” got; “Tecrîda li ser Rêber Apo hîn jî dewam dike. Divê em vê bibêjin, ji xwe em dibêjin. Belê, weke berê nîne, hin hevdîtin çêbûn. Hin heval jî çûn Îmraliyê, lê belê ev têrê nakin. Ji ber vê yekê tecrîd dewam dike. Ya rast 26 sal in dewam dike. Ji ber ku di nava 10 salên dawî de tecrîd gelekî giran bû, niha piştî ku hinek hevdîtin bû weke ku normalbûyînek çêbûye, tecrîd bi dawî bûye tê dîtin. Tiştekî welê nîne. Hîn jî parêzer nikarin biçin, malbat dema ku dixwazin nikarin biçin. Ev yek eşkere ye. Malbatên girtiyên din ên li zindanan 15 rojan carekê diçin, parêzer diçin. Di cejnan de diçin hevdîtina vekirî. Belê herî dawî hevdîtina vekirî hate kirin. Lê belê hîn tecrîd nehatiye rakirin. Li aliyê din Rêber Apo 1’ê Cotmehê bersiv da banga Devlet Bahçelî înîsiyatîfek wergirt, înîsiyatîfek danî holê. Ev pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê ye, pirsgirêka Kurd e. Niha pirsgirêkeke ewçend bingehîn heye, lê belê muxatabê vê pirsgirêka bingehîn ku dewletê bi xwe jî qebûl kiriye hîn tecrîdkirî ye. Nikare bi siyasetmedaran re hevdîtinê bike. Eger wê çareseriyek pêk were, bi ratî jî Tirkiye bigihêje xwişk-biratiya Kurd û Tirkan wê demê divê pêşî li Rêber Apo bê vekirin, derfet bêne afirandin ku karibe bi rola xwe rabe. Girîngiya vê yekê tê dîtin. Bi taybetî li qada navneteweyî tê dîtin, tê xwestin ku hevdîtin bi Rêbertî re bê kirin. Belê, gelek dixwaze. Di demeke nêz de wê bên Tirkiyeyê û bixwazin hevdîtinê bi Rêbertî re bikin. Ev yek wê hîn zêde bibe.”
Ma hûn hîn çi dixwazin?
Mûstafa Karasû li ser pêvajoya heyî jî sekinî û da zanîn ku ew bi her awayî pêşî li pêvajoyê vedikin. Li ser xitimandin an nexitimandina pêvajoyê û her wiha nêzîkatiya deshilatdariyê jî got; “Têkildarî asta pêvajoyê; qal tê kirin ‘gelo xitimî ye, nexistimî ye’? Nîqaşên bi vî rengî hene. Em nabêjin xitimî ye. Em dixwazin pêşî lê vebe, bi pêş ve biçe. Lê belê ya ku dibe sedema rûdana nîqaşên ‘xitimî ye’ rewşek heye. Ya ku ev afirandiye jî nêzîkatiya desthilatdariyê ye. Teqez nêzîkatiya me nîne. Di nêzîkatiya me de tiştekî ku vê pêvajoyê paşve dixîne nîne. Lê belê karakterekî vê pêvajoyê heye, diyalektîka wê heye, pêwîstiyên wê hene. Nikare bê gotin, ‘Em ê tiştekî nekin, yan jî wê weke berê be’. Eger tê xwestin pirsgirêkeke ewqasî mezin bê çareserkirin, divê mejî, serî, polîtîka bê guhertin, nêzîkatî bê guhertin. Nêzîkatî, gotineke nû divê hebe. Em bi rastî jî niha di nava desthilatdariyê de vê nabînin. Belê, eger hîn jî tê gotin, pêvajo nexitimî ye, DEM Partiyê daxuyaniyên bi vî rengî da, sedema wê nêzîkatiya Rêbertî ye. Rêbertî dixwaze vê pêvajoyê bimeşîne. Lê belê hewldan, nêt û keda Rêbertî jî heta cihekî ye. Ji xwe wan bi xwe negotin, ‘Bi baskekî nafire’. Me pêwîstiyên wê bi cih anîn. Me kongreya xwe kom kir, rêxistin hate fesixkirin, dawî li têkoşîna çekdarî hate anîn. Weke ku hevala Besê got, ma hûn hîn çi dixwazin? Çek hate danîn an nehate danîn? Li cîhanê tiştekî bi vî rengî heye? Te kîjan qanûn derxist, kîjan garantî daye? Nêzîkatiyeke bi vî rengî li cîhanê nîne. Ji xwe Rêber Apo ji bo pêşî li pêvajoyê veke nêzîkatiyeke ku li devereke din a cîhanê nîne, hîn ji destpêkê ve danî holê. Got, ‘Em têkoşîna çekdarî bi dawî dikin’. Got, ‘Em rêxistinê fesix dikin’. Di nava pratîkên şer û çareseriyê yên li cîhanê de tiştekî bi vî rengî nîne. Ev yek helwest, înîsiyatîfeke Rêber Apo ye ku afirîner e û ji bo pêşîvekirina li pêvajoyê ye. Wê demê divê niha dewleta Tirk ya pêwîst bike. Di rojên destpêkê de hinek li hin televîzyonan diaxivîn. Belê digotin, piştî fesixkirina PKK’ê, bidawîkirina têkoşîna çekdarî divê qanûn bêne amadekirin, ev ê bên çawa siyasetê bikin, wê çawa tevlî siyasetê bibin, wê çi bi têkoşerên çekdarî bê? Digotin, ‘Divê dewlet di vê mijarê de gavê biavêje’. Ez tînim bîra wan ên ku ev yek digotin. Bi vî rengî nabe; were dest ji çekan berde. Wê çi bibe? Dixwaze bibêje bibe êm li guran re. Tiştekî bi vî rengî nabe. Mirov e, mirov xwedî parastinekê ye, dixwaze hebûna xwe biparêze. Lewma bi nîqaşên welê xumamîkirina pêvajoyê, jehrkirina pêvajoyê dijberiya li pêvajoyê ye. Wê demê diyar e ku naxwaze. Em ê vê yekê bi vî rengî fêhm bikin. Ji ber vê yekê divê her kes bi rengekî rast nêzîk bibe, di nava helwesteke rast de be.
‘Rêber Apo dijkapîtalekî mezin e’
Mûstafa Karasû li ser kûrbûna felsefî ya Rêber Apo jî sekinî û bi bîr xist ku divê kes bi awayekî samîmî û rast nêzîki fikrên wî bibin. Di derbarên van nîqaşên dawiyê yên li ser nihêrîn û fikrên Rêber Apo jî van tiştan anî ziman; “Kûrbûnên Rêber Apo pir pir girîng in. Di vî alî de, divê her kes nirxandinên Rêbertiyê bixwîne û nîqaş bike. Hewce bike dikare rexne bike û kêmaniyên wê hebin divê bibêje. Divê alî de pirsgirêk tine ye. Piştî samîmî û niyet baş be dikare kêmaniyê bibîne, dikare temam bike. Yanî divê rast nêzîk bibin. Min van mijaran di bernameyan de gelek caran anî ziman. Tişta ku Marx dibêje û 150 sal şûnde heman tiştên wî dubare kirin ne girêdana bi Marx re ye. 150 sal berê zanista fîzîkî di çi astê de bû û niha di çi astê de ye? Zanista civakî, zanista sosyal berê di çi astê de bûn niha di çi astê de ne? Yanî jiyaneke girîng a hatiye jiyîn heye. Rêber Apo vana li ber çavan digire, hin nirxandinên Marx rexne dike. Nirxandinên Lenîn rexne dike. Divê mirov vana fêm bike. Rêber Apo ji ber rêz nîşanî keda wan dide, vê yekê dike. Ji bo sosyalîzma rast û sosyalîzma encamgir derxe holê vê yekê dike. Ez dikarim vê yekê bibêjim. Bi rastî jî îro li cîhanê yê ku kûr, berfireh, rast, vegirtî û dijkapîtal Rêber Apo ye. Di dîrokê de civaknasê herî kûr û berfireh e. Yanî sosyalîst e. Ev wisa ye, Em wisa dibînin. Belê dibe ku bixwînin û rexne bikin, lê divê erzan nêzîk nebin. Divê nêzîkatiyên propagandayî çênebin. Divê bê nîqaşkirin û nirxandin. Rêbertî ji bo her kesî di nava lêhûrbûnê de ye. Lêhûrbûnên ku divê hin kes bikin, dîsa Rêber Apo kiriye. Divê ewilî em vê yekê fêm bikin. Nêzîkatiya Rêber Apo ya di mijarên sosyalîzma nû û têkoşînê de wisa ye. Belê berê nebesî, kêmanî hebûn û têgihîştin ewqasî tine bûn.
Avakirina aqilê Kurdî
Mûstafa Karasû di derbarê lêhûrbûna Rêber Apo ya avakirina “aqilê Kurdan” de jî axivî û got; “Ta ji Hûrî, Gûtî, Medan heta niha, hemû erêniyên dîroka Kurdan derxist holê û Kurdan afirand. Hîn jî gelek tişt hene ku nehatine eşkerekirin. Ew dîrokeke paqij dide Kurdan. Rêber Apo dibêje: ‘Ez hewl didim ku aqilê Kurdan biafirînim.’ Ev pir girîng e. Berê, aqilê Kurdan her tim xizmeta kesên din dikir. Berjewendiyên xwe nedidît, xizmeta xwe nedikir. Rêbertî niha aqlê Kurdên ku wê xizmeta xwe bike – bê guman, dema ku xizmeta xwe dike ne neteweperest an teng e – û ne tenê ji bo xwe, di heman demê de xizmeta hemû gel, hemû mirovahiyê jî bike, diafirîne. Ne gelê Kurd ê ku dijberiya hev û dijmintiya hev dike. Hewldide aqlê Kurdê ku hem xwe mezin bike û hem jî derdora xwe mezin bike, biafirîne. Divê hemû Kurd hewl bidin ku vê aqlê Kurd fam bikin. Bila hewl bidin ku fêr bibin. Di vî warî de, divê em bi rastî rexneyên hin derdorên Kurd qet cidî negirin. Ew bêwate ne. Tu li ser çi diaxivî, ma çi te heye?”
NAVENDA NÛÇEYAN