Têkiliya kîndariyê bi olan re tune ye

Çarşem 30 Tîrmeh 2025 - 02:45

Di demên dawîn de li ser medya dijîtal xîtaba kînê û tundiyê li dijî pêkhateyên Sûriyeyê zêde bûye. Ev yek jî herî zêde ji aliyê kesên îdia dikin ew çalakvan û xebatkarên çapemeniyê yên girêdayî hikumeta veguhêz in, tê kirin. Oldarên Hesekê li ser vê mijarê axivîn. Oldaran tekez kir ku hemû ol jiyana hevbeş teşwîq dikin. Der barê mijarê de endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Elî destnîşan kir ku Sûriye welatekî pirreng e û got:“Jiyana xwişk û biratiyê welatê me çi qas xweşik kiriye. Destek bi tena xwe çepikan lê nade. Divê hemû pêkhate destê xwe bidin hev. Xîtaba kînê ji tevlihevî, wêranî û kuştina mirovan pê ve tiştekî nayne. Sûriye ne guncaw e ku bi yek rengî bi rê ve biçe. Heke em dikarin axaftina xêrê bi lêv bikin, em bikin. Na heke axaftina me wê bi zirar be, tevliheviyê çêke û bibe sedema kuştina mirovan, bêdengî baştir e. Kesên ji ber axaftinên wan kes werin koçberkirin an kuştin, dê li ber Xweda hesab bidin. Peyama min ji her kesî re ye. Em tev li Sûriyeyê dijîn. Pirrengiya me tişta herî bedew û xweşik e. Em ji hev hez bikin û wiha bi hev re bijîn. Ka em tev vegerin Belgeya Medîneyê ya di dema pêxember de ji hemû olan re bû nimûneya jiyana hevbeş. Va ye îro li Sûriyeyê heman tişt heye.”

Îslam nijadperestiyê red dike

Melayê Mizgefta Mezin a Hesekê Ehmed El Elî jî der barê mijarê de bi bîr xist ku ola îslamê li dijî xîtaba kîn û nefretê ye û got:’’Ola me hemû rengên kînê red dike. Pêxemberê me, em fêrî qebûlkirina lêborînê kirine. Bi tu awayî em fêrî nîjadperestî û cudakariyê nekirine. Tevlihevî mirovan li ber xwe dibe. Nema kesî qebûl dikin, kesên din wekî gawir pênase dikin. Bi axaftinên xwe kesan teşwîqî kuştina mirovan dikin. Werin em vegerin koka rast a îslamê. Werin em ji hev hez bikin. Tu cudahî di navbera Ereb û Eceman de tune ye. Ne jî di navbera reş û spiyan de. Yezdan em pirreng afirandine, ziman û zaravayên me pir kirine. Ev hêza Yezdayê dilovan nîşan dide. Li gel Xweda rûxandina Kabeya Şerîf ji rijandina xwîna mirovan hêsantir e.”

ANHA/DIYAR EHMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.