Divê dewlet gavê biavêje

În 5 Îlon 2025 - 15:30

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû da zanîn ku Rêber Apo bi rengekî eşkere got, ev pêvajo divê bêyî mijûlkirinê bi rengekî cidî bê nirxandin û got:"Em her tim destnîşan dikin, Rêber Apo jî rola xwe destnîşan kiriye."

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bi lêv kir ku rêveçûn û karê heyî yê komîsyonê bi rastî jî li gorî pêvajoyê nîne û got yanî di nêzîkatiya xwe de hêjayî pêvajoyê nîne.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser Sûriyeyê bersiv da pirsên Medya Haber TV'yê:

Em hevrê Kemal, Xeyrî, Akîf û Elî yên di sala 1982'yan de di Rojiya Mirinê de şehîd bûn bi minet û hurmet bi bîr tînim. Hesreta wan wê teqez bi têkoşîna me pêk were.

Bi Rêber Apo re hevdîtin pêk hat. Naveroka hevdîtinê ji hin aliyan ve hate eşkerekirin. Her wiha Pervîn Bûldan di televîzyonê de li ser hevdîtinê hin agahî da. Bi rastî jî di vê hevdîtinê de Rêber Apo nirxandinên gelekî girîng kiriye, helwest nîşan daye. Rêveçûna pêvajoyê çawa ye, rêveçûna pêvajoyê divê çawa be, di vê nirxandina xwe de diyar kir. Rêber Apo bi rengekî eşkere got, ev pêvajo divê bêyî mijûlkirinê bi rengekî cidî bê nirxandin. Em her tim destnîşan dikin, Rêber Apo jî rola xwe destnîşan kiriye.

Tayînkirina qeyûman li şaredariyan, tayînkirina qeyûman li rêveberiyên bajaran, betalkirina kongreyê û tayînkirina qeyûm li ser partiyê nêzîkatiyên antî demokratîk in. Bi şênberî jî provokasyonek li hemberî pêvajoyê ye. Hewldana provokekirinê ye.

Rêveçûn û karê heyî yê komîsyonê bi rastî jî li gorî pêvajoyê nîne. Yanî di nêzîkatiya xwe de hêjayî pêvajoyê nîne. Ji ber ku komîsyona meclîsê divê bi rengekî cidî nêzî pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê bibe. Bi taybetî di vê mijarê de divê nêzîkatiyeke cidî ji bo Rêbertî jî bê nîşandan. Em vê dibêjin; heta ku Rêber Apo nebe xwedî şert û mercên azad ên kar, heta ku Rêber Apo nebe xwedî rola aktîf û muzakereyê weke tevger tiştekî ku em bikin nîne, nema ye. Me partî fesix kir, me têkoşîna çekdarî sekinand û ji bo îradeya xwe nîşan bidin jî bi pêşengiya hevala Besê çek hatin şewitandin. Ya ku em ê bikin ewqas e. Ji vê wêdetir bila kes ji me, ji rêxistinê tiştekî hêvî neke. Rêbertî got, me jî kir. Lewma komîsyon, desthilatdariya AKP'ê divê vê yekê li ber çavan bigire. Devlet Bahçelî got, mafê hêviyê. Divê ev yek pêk were, divê azadiya Rêbertî pêk were. Pêvajo bi vî rengî dimeşe, bi Rêbertî dimeşe.

Wezîfeya vê komîsyonê çi ye? Ma nabêjin, demokratîkbûn e? Pirsgirêka bingehîn a demokratîkbûnê jî çareseriya pirsgirêka Kurd nîne? Pirsgirêka bingehîn a pirsgirêka Kurd jî zimanê dayikê ye, perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Serokê Baroya Amedê gotibû, pirsgirêka Kurd ev bi xwe ye. Dipirsin, dibêjin pirsgirêka Kurd çi ye? Pirsgirêka Kurd vaye ev e. Li Meclîsê dayik bi Kurdî diaxivin, destûr ji axaftina bi Kurdî re nayê dayin. Destûr ji axaftina bi Kurdî re jî nayê dayin. Li cîhanê tişta herî rewa axaftina mirov a bi zimanê xwe yê dayikê ye. Ji vê wêdetir tiştekî rewa û xwezayî heye?

Nêzîkatiya AKP'ê ku şer dixe rojevê, her wiha herî dawî Devlet Bahçelî gef xwariye; Devlet Bahçelî gotiye 'Wê li Îsraîlê guhdarî bikin yan jî li Apo, li Îmraliyê guhdarî bikin?' Temam, bila Îmrali di wê mijarê de bibe aktor. Wê çawa bibe aktor? Li wê derê bi tecrîdê, wê çawa bibe aktor? Eger weke ku Devlet Bahçelî dibêje, 'Kurd wê guh bide Îmraliyê?' wê demê bila bi rengekî eşkere misoger bikin ku Rêber Apo li wir bibe aktor, li wir rolê bilîze.

Festîvalên çand û hunerê pir pir girîng in. Belê li Ewropayê ev festîval ji bo tevahiya Ewropayê ye. Ji sala 1992'yan û vir ve tê pîrozkirin. Tenê salekê ji ber qedexeya Elmanyayê nehat pîrozkirin, ji bilî wê bênavber hatiye pîrozkirin ev festîvala çandê. Niha festîvalên çand û hunerê yên cuda jî têne kirin, li her welatî; li Swîsre, Fransayê, li welatên cuda. Ev tiştên baş in. Ji ber ku Kurd gelekî welê ye ku qirkirina çandî lê hatiye kirin. Ji ber vê yekê karê çand û hunerê ji bo Kurdan karê hebûnê ye. Pir girîng e. ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.