Li YE koma parlementeran
Şemî 16 Mijdar 2024 - 02:15
Bi tevlêbûna nûnerên partiyên siyasî yên Ewropayê, nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ê Ewropayê Ebdulkerîm Omer û cîgirê hevserokên DEM Partiyê Tayyîp Temel roja çarşemê civînek li Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê hat lidarxistin. Di civînê de parlamenterên Ewropayê bi armanca xurtkirina têkiliyan bi gelê Kurd û piştgiriya mafên wan ên rewa Koma Dostên Gelê Kurd ava kir. Axaftina destpêkê ya civîna parlementoyê ji aliyê nûnerê Partiya Sosyal a Demokrat a Avûstûryayê Andreas Scheider ve hat kirin. Scheider girîngiya xurtkirina têkiliyên dostane bi gelê Kurd re vegot.
Scheider bal bire ser siyasetên înkar û nîjadperest ên li ser gelê Kurd hatine meşandin û got:’’Gelê Kurd ji sedên salan ve rûbirûyê siyasetên înkar û nîjadperestiyê dibe. Armanc ew bû ku nasnameya gelê Kurd ji holê were rakirin û hebûna Kurdan nemîne. Ji ber vê yekê divê em li hemberî van kiryaran bêdeng nemînin û piştgiriyê bidin têkoşîna rewa ya Kurdan."
Nûnerê Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer jî got:"Hêvîdar in ji bo hewldanên mîsogerkirina siberojeke baştir ji gelê Kurd û gelên din li herêmê re bibe faktoreke din.”
Omer bal kişand ser êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got:"Rejîma Tirk siyaseta xwe ya dijminane li hemberî Rêveberiya xweser didomîne. Ji ber êrişên wê yên domdar ên li ser herêmên me rewşa mirovî, ewlehî û aborî paşde diçe. Şaneyên çeteyên DAIŞˈê ku sûdê ji êrişan digirin hewl didin xwe komî ser hev bikin û xwe xurt bikin. Ji ber vê yekê êrişên Tirkiye dibin sedema koçberiyeke nû ya ber bi Ewropayê ve û bandorên neyinî li rewşa mirovî bikin." Ebdulkerîm Omer anî ziman ku divê civaka navneteweyî li hember "terorê" erkên xwe bi cih bîne û piştgiriyê bide Rêveberiya Xweser.
Bawerî bi dewleta Tirk nayê
Tayyîp Temel jî qala siyasetên qirkirin û înkarê yên li dijî Kurdan kir û got:"Operasyonên domdar ên girtina siyasetmendar û çalakvanên Kurd, dûrxistina hevşaredarên Kurd û tayînkirina qeyûmên girêdayî partiya serwer li şûna hevşaredaran, beşeke ji vê siyaseta qirkirin û înkarê ye." Temel îşaret bi daxuyaniyên vê dawiyê yên rayedarên Tirk ên girêdayî aştiyê bi Kurdan re jî kir û got:"Baweriya me bi van daxuyaniyan nayê. Pêkanînên desthilata Tirk tu niyetên wê yên rasteqîn ên pêvajoya aştiyê nîşan nadin." Tayyîp Temel di dewama axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re û da zanîn ku eger dewleta Tirk di pêkanîna aştiyê de cidî be, divê bersiva peyama Rêber Abdullah Ocalan bide. Parlamenteran jî got ji bo rêgirtina li ber şer û nakokiyan di navbera gelan de û ji bo piştgiriya hewldanên aştiyê divê xebateke mezin bê kirin. Diyar kirin ku ji bo piştgiriya gelê Kurd ew amade ne piştgiriyê bidin gelê Kurd û Rêveberiya Xweser.
BRÛKSEL