Beşdarbûna jinan misogeriya bingehîn e
Çarşem 20 Tebax 2025 - 03:10
Berdevka şandeya Rêveberiya Xweser a dan û standina bi desthilata Şamê re Meryem Îbrahîm da zanîn ku beşdariya adil a jinan di çareseriya nû de, rê li ber çareseriyan vedike û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin li tevahî Sûriyeyê sîstema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bibe.”
Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û berdevka şandeya Rêveberiya Xweser a dan û standina bi desthilata Şamê re Meryem Îbrahîm rola jinan a di Rêveberiya Xweser de bi bîr xist û got jin îro bi israr kar dikin ku şirîkên sereke yên avakirina siberoja Sûriyeya demokratîk bin. Her wiha da zanîn ku dûrxistina jinan a ji xebatên çareseriyê tê wateya têkçûyîna proseya siyasî.
Meryem Îbrahîm salên destpêkê yên damezirandina Rêveberiya Xweser bi bîr xistin û got ji destpêkê ve jinan roleke sereke û çalak di hemû qadên rêveberiyê de girtiye û ev tişt anî ziman: “Beşdariya jinan, gihaştiya asta jinê bûne aliyekî sereke ya di nîqaş û nirxandina siberoja pêkhateyên tevahî Sûriyeyê de. Hûn dibînin çawa jin di şandeya Rêveberiya Xweser a dan û standinên bi desthilata Şamê de cih digirin. Ev gav li ser esasê pêşxistina rêgeza wekhevî û pêşxistina rola jinan e.”
Meryem Îbrahîm di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna sîstemeke ne navendî têdikoşe û wiha dom kir: “Sîstema nenavendî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serkeftina xwe nîşan da. Di salên derbasbûyî de aramî pêk anî. Hevgirtina kolektîf di nava pêkhateyan de misoger kir.”
Meryem Îbrahîm rola Rêveberiya Xweser û pêkanîna sîstema hevserokatiyê di pêşxistina rola jinan de anî ziman û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinan zehmetiyên heyî derbas kirin. Cihê xwe di avakirina sîstema nû de digrin.”
Meryem Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de got dûrxistina jinan û nebûna nûnerên wan di hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de berdewama zîhniyeta sîstema baviksalar nîşan dide û got: “Beşdariya adil a jinan di çareseriya nû de, rê li ber çareseriyan vedike. Em dixwazin li tevahî Sûriyeyê sîstema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bibe.”
ANHA/REQA/DÎMA MIHEMED