Li ber deriyê şer û demokrasiyê

Pêncşem 31 Tîrmeh 2025 - 03:05

Rewşa Sûriyeyê li ber rewşeke şer û aloziyan e. Bi rengekî din Sûriye li ber du rêyan e; yan wê bikeve nava şerekî mezin ku gel û welat wêran bibe, yan jî wê bikeve nava pêngava aştî û demokrasiyê. Hilbijartina vê di destê desthilata demkî ya Şamê de ye ku welatê xwe ber bi şer an jî demokrasî û aştiyê ve bibe.

Meha Kanûna sala borî rejîma desthilata Sûriyeyê dawî hat û desthilateke nû li Şamê hate avakirin. Desthillata nû xwedî paşmaweyeke tarî, tundra û nedemokratîk e. Lê stratejiya dewletên serdest û rewşa Rojhilata Navîn wisa kir ku çavê xwe li vê paşmaweya tundraw bêgirtin û rêveberiya Sûriyeyê radestî wan bê kirin.

Di nava van 9 mehan de, desthilata Şamê ya nû karekî welê nekiriye ku Sûriye ji vê rewşa şer û gûman derbasî rewşa aştiyê bike.

Erka yekem a vê desthilata nû ew e ku danîna sîstemeke demokratîk û pir rengî ya li Sûriyeyê ye û pêşiya asta siyasî, civakî û ayînî veke. Her wiha dawî li dagirkerî û destwerdana dewletan û bi taybet dewleta Tirkiye ya li Sûriyeyê bîne. Xaka ku dagir kirî vegerîne ser desthilata rêveberiya Şamê. Bi vî rengî Sûriye biçe wê ne ji şer û ne jî ji aloziyan xilas bibe.

Desthilata niha ya demkî ya Şamê dixwaze deriyê şerê navxwe veke ku bi desteka dewleta Tirkiyeyê be. Li aliyekê li Siwêdayê bi hevkariya dewleta Tirk hewl dide bi rêya eşîra Ereb ya Bedewî wê herêmê bixe di bin kontrola xwe, dest bi şerê nû kir. Li vir dest bi komkujiyan hatiye kirin, li gorî daneyan zêdetirî 200 kes hatine kuştin. Bi awayekî ne mirovane êriş bire ser bi hezaran kesî û herêm di bin siya şer de ye.

Armanca şerê li Siwêda ya di vê pêngavê de ev e ku zemîna êrişên li ser herêmên di bin Rêveberiya Xweser de bikine. Berxwedana xelkê Dûrziyan ya ne li bendê ev pîlana wan vala derxist.

Colanî û desthilata niha ya Şamê dema borî dostê yekem yên dewleta Tirk bûn û êriş û pîlanên xwe li gorî fermana MÎT’ê birêve dibirin. Niha jî desthilata li ser kar bi fermana dewlet Tirk dixwaze rewşeke aloz a ne demokratîk li Sûriyeyê ava bike. Dixwaze bi rengekî kontrola hemû Sûriyeyê bike, sîstema wê jî bi sîstema Sûnî ya tundra hikûmranî bike. Ev yek bi ji aliyê pêkhateyên li Sûriye û bi taybet jî ji aliyê Kurdan ve hate redkirin.

Niha dewleta Tirk dixwaze bi hemû hêza xwe ve dewleteke Sûnî ya tundra nêzîkî xwe li Sûriye ava bike. Biryarên xwe ji Enqerê bigire û li Şamê bixe meriyetê. Bi wê armancê ewilê êriş bire ser Elewiyan. Piştre jî êriş bire ser dêrek li Şamê û zêdetirî 50 kes hatin qetilkirin. Niha jî bi heman rengî êrişî Dûrziyan dike.

Gelê Kurd ji bo rêvebirina Sûriye û bi dawîkirina krîzên salan yên li welat xwedî hişmendiyeke nû ye. Ev jî ew e ku divê Sûriye bi sîstema bi hev re jiyînê û netewa demokratîk bê birêvebirin û rêveberiya wê jî ne navendî be. Ev yek jî yekane çareseriye ji bo Sûriye û herêmê ye.

Di 10’ê Adara îsal di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriye Ehmed Şera de lihevkirinek pêk hat. Mixabin piştre desthilata demkî ya Şamê guh neda vê peymanê.

Ji bo wê niha Sûriye bi temamî li ber deriyekî hestyar e. Divê yan ber bi demokrasiyê ve gavê bavêje, yan jî ber bi rewşeke tundraw biçe û dawiya xwe bîne.

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.