Tekane rê xweparastin û birêxistinbûn e
În 25 Tîrmeh 2025 - 03:37
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok der barê rewşa Sûriyeyê de pirsên ajansa ANHA’yê bersivandin. Beşa yekemîn a hevpeyvîna bi endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok re wiha ye:’’Niha ew sembolek e ku Rêbertiya me aniye ziman. Em bifikirin ku şoreşa Rojava nebûya, gelo wê çi bibûya? Wê Sûriyeyeke çawa derketiba? Wê çi bi serê Elewiyan, Êzîdiyan, Suryanan, Ermenan bihata? Niha êrişî Elewiyan dikin, ji ber ku bê rêxistin dibînin. Niha êrişî Durziyan dikin, ji ber hinekî bê rêxistin dibînin. Niha çima nikarin yekser êrişî Kurdan bikin, ji ber ku Kurd hinekî birêxistinkirî ne, xwedî pergal in, îspat kirine ku dikarin li ber xwe bidin, ji bo jiyana azad hemû xwe feda bikin. Ji ber vê yekê êriş nakin. Ev komkujiya niha li ser Elewiyan, Durziyan, Xiristiyanan tê kirin, xetereyeke pir mezin nîşanî Kurdan jî dide. Bê guman niha rêveberiya Şoreşa Rojava, divê vê yekê bizane. Van tiştan dinirxîne, bi qasî em jî di ragihandinê de dişopînin hişyariyek heye. Lê pergala niha heyî, qaşo dixwaze Sûriyeyê pê bi rê ve bibe, awayekî din ê DAIŞ’ê ye, El Qaîdeyê ye. Hinek hevalan jî qala vê pêvajoyê kir. Ji bo jinan çi îfade dike, ji bo cudahiyan çi îfade dike, xwe dispêre bîrdoziyeke hegemonîk, xwe dispêre faşîzmê, yan tu yê wek wî bî, yan tu yê tune bibî. Tişta ku dikin heqareteke pir mezin e li hemberî civakan. Êrişeke pir mezin e. Tişta niha ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji gelê tevayî Sûriyeyê tê xwestin tenê ev e. Xwe birêxistinkirin e, xwe kirina hêz e, divê baweriya wan bi xwe hebe.
Lihevkirina dewlet û civakê divê
Xebat Andok derbarê nîqaşên entegrasyonê de jî ev nirxandin kirin:’’Ev peyv hinekî jî Rêbetiyê kire rojeva me, em di kîjan çarçoveyê de bi kar tînin? Em di çarçoveya yekbûnê de bi kar tînin. Yekbûna çi, civak û dewlet pir zêde bûne rikber. Dewlet her dixwazin civakê tune bikin. Civakê asîmîle bikin. Bi taybet jî dema di nava dewletê de civakên cuda hebin, mînak di nava dewleta Tirkiyê de Kurd, Elewî hene dixwaze asîmîle bike. Qira civakan anî. Niha li Sûriyeyê bixwaze Kurd bê maf bin, Elewî, Durzî tune bin. Ev bi xwe re her cûr aloziyê tîne. Hertim di navbera civak û dewletan de dibe sedema şeran. Tişta em niha dixwazin çi ye, ji bo civak û dewlet evqas nebin rikber, ji bo evqas şer nekin, şerê bê encam nekin, şerê ku tenê dibe sedema winda bike û winda bike nedin. Ji bo ev tişt çênebe entegrasyon ev e. Lihevkirina dewlet û civakê. Dewlet jî wê entegreyî civakê be, yanî dewletê bipejirîne ku ev civaka xwedî xisletên cuda ye, mafê wê yê xwe îfadekirinê heye. Mînak ziman, perwerde, xwerêvebirina wê heye. Eger dewlet vê bipejirîne civak jî dikare entegre bibe. Li wir jî nav li ser e, civak entegre dibin ne wekî ferd. Tişta li Sûriyeyê derdixin pêş, dibêjin weke ferd entegre bibin. Ev nabe entegrasyon.
Barê şoreşê girantir bûye
Xebat Andok derbarê mîsyona Şoreşa Rojava de jî wiha got:’’Şoreşa Rojava bi keda şehîdan çêbû. Bi deh hezaran şehîdên me çêbûn. Bi deh hezaran birîndarên me çêbûn. Em hemûyan bi hezkirin, bi minetdarî bi bîr tînin. Şoreşa Rojava ne tenê şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Ne tenê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ne tenê şoreşeke sûriyeyî ye jî. Weke din piştgiriyek mezin di asta cîhanê de ji bo Rojava çêbû. Ev tê çi wateyê, xwedî lêderdikeve, ji xwe dihesibîne. Eger ev qas xwedîlêderketin çêbû, wê demê Şoreşa Rojava şoreşa mirovahiyê ye. Şoreşa herkesî ye. Nûnertiya hêviyekî dikin. Nûhertiya hêviya jiyana azad dikin. Niha barek zêdetir dikeve ser milê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojavayê Kurdistanê. Şoreş kûrkirin, ji çarçoveya leşkerî û siyasî derxistin, kirina şoreşeke çandî. Yanî jiyan guhertin. Şêwaza rêxistinbûna civakê, şêwaza têkiliyên jiyanî derxistina holê. Bi kurtasî pir tişt fêrî her kesî kir, lê erk û berpirsyartiya dikeve ser milê Rojava dawî nebûye, dîrok carinan hinek baran dide ser milê te, tu jî neçarî wî barî hilgirî. Guhertina Rojhilata Navîn li pêşiya wan e. Ev jî di vê têkoşîna pîroz de serkeftinê ji gelê xwe re dixwazin.
NAVENDA NÛÇEYAN