Li dij Hêzên Ewlekariya Hundirîn êriş
Sêşem 21 Cotmeh 2025 - 02:45
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê bi daxuyaniyekê ragihand ku roja yekşemê derengiya şevê nuqteyeke wan a li derdora taxa Şêxmeqsûdê hatiye gulebarankirin û êrişa sûqastê hatiye kirin. Daxuyanî bi vî rengî ye:’’Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajarê Helebê êriş û provoksyonên hêzên hikumeta demkî û çekdarên wê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar dikin. Bi van êriş û provokasyonan ewlehî û aramiya sivîlan dixin xetereyê.
Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn carek din dibêjin ku em ê erka xwe ya parastina niştecihên sivîl û ewlehî û istiqrara taxan bidomînin. Em bang li hemû aliyan dikin ku berpirsyariyên xwe li hemberî parastina aştiya navxweyî pêk bînin û rê nedin ku herêm ber bi rewşeke din a tundiyê ve biçe."
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN