QSD bi şandeya Şamê re rûnişt

Çarşem 22 Cotmeh 2025 - 01:30

QSD li Tebqayê bi şandeya hikumeta veguhêz a Şamê re rûnişt û rageşiya li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nirxand.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku komîteyek leşkerî ya QSD'ê li bajarê Tebqayê şandeyek hikumeta veguhêz pêşwazî kir.

Navendê ragihand ku di civînê de rageşiya li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, rêbazên çareserkirinê bi rêyên aştiyane ku ewlehî û aramiya misoger dike hat nîqaşkirin.

Li gorî navendê, QSD'ê û bi niyeta baş hejmarek girtiyên hêzên hikumeta veguhêz ên ku di dem û cihên cuda de girtibûn, radestî şandeyê kir.

Di daxuyaniya QSD'ê de hat diyarkirin ku ew her tim xwe dispêrin çareseriyên aştiyane, parastina aramiyê û berevaniya sivîlên li tevahî herêman.

ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.