Li Helebê ciwanek hat revandin
Şemî 18 Cotmeh 2025 - 02:50
Li taxa Suryan a Helebê endamên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, dema ku ciwanan bi fotbolê dilîstin, êrişî wan kir, gule ber bi asîmanê de berdan û yek ji wan revand. Çavkaniyên xwecihî da zanîn ku dema ku bi dehan ciwanên Elewî li yarîgeha Marî ya li taxa Suryan a Helebê bi fotbûlê dilîstin, endamên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, êrişî wan kir û gule ber bi ezman de berdan. Hat diyarkirin ku endamên hêzên hikumetê êrişî ciwanan kir û ciwanek revand.
NAVENDA NÛÇEYAN