Dilê berazan li mirovan hat

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 17 Tîrmeh 2022 - 21:45

  • Du dilê berazan ên ku genetîka wan ji bo li mirovan bên, hatiye guhertin, li bedena du mirovên mêjîmirî hat xistin. Ev emeliyat serketî bûn. 

Du dilê berazan ên ku genetîka wan ji bo li mirovan bên, hatiye guhertin, li bedena du mirovên mêjîmirî hat xistin. Ev emeliyat serketî bûn. 

Her du emaliyat jî li bajarê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) New Yorkê pêk hatin û cerahê dilî Dr. Nader Moazami ev emeliyat bi rê ve birin. 

Du nexweşên ku mejiyên wan miribûn, lê laşê wan hîna sax bûn, ji bo ceribandinê hatin bikaranîn. Bedenên her duyan jî bi alîkariya cîhaza bêhndanûstendinê sax dihat hiştin. Yek ji wan Lawrence Kelly yê 72 salî û yê din jî Alva Capuano yê 64 salî bû. Her du jî, dilê wan ji mêj nexweş bû. 

Bi emeliyatan bi awayekî serketî dilê du berazên ku genetîka wan hatibû guhertin, hatin bikaranîn. Bedena her du kesan jî piştî emeliyatê bi hefteyan sax hat hiştin. Ev jî nîşan dide ku emeliyat serketî bûye; qet nebe Dr. Robert Montgomery, rêveberê Instîtuya Neqla Organan a NYU´yê wisa dibêje. Niha Instîtu dixwaze li ser nexweşên sax van dilên berazên genetîka wan guherandî biceribîne.

NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.