Av kirin sîleh 7 hezar kes nexweş kirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 22 Tebax 2023 - 16:17

Komîteya Tenduristiyê ya Kobanê da zanîn ku ji ber kêmkirina ava çemê Firatê bi destê dewleta Tirk a dagirker, qirêj li peravên çemî belav bûye û vê qirêjê kiriye ku ji destpêka salê ve 6 hezar û 879 kes nexweş bikevin.

Berdevkê Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Kobanê, Elaedîn Keno Eto da zanîn ku ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê birriye, çirav çêbûne û ava li van çiravan qirêj bûye. elaedîn Keno Eto got, di encamê de nexweşî li gundên li keviyên çemî belav bûne.

Keno Eto ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê re axivî û got, di dema dawîn de gelek nexweşî li bajarok û gundên li beramberî çemî belav bûne, lewma çem jêdera sereke ya ava vexwarin û avdanê ye.

Eto anî ziman ku ji destpêka salê ve 6 hezar û 879 kes li deverên kantona Kobanê yên li peravên çemî nexweş bûne. Li gorî Keno Eto, li navçeya Qenaya 6 hezar û 200 kes û li gundên Melîha, Xişxaş, Cada û Remala yên Sirrînê jî 687 kes nexweş ketine.

Elaedîn Keno Eto diyar kir ku nexweşiyên ji ber qirêjbûna ava çemî, navçûyîn, nêmgirtina kezebê û gurîbûna çerm in.

Nexweş bê pere li 9 navendên tenduristiyê yên girêdayî Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Kobanê tên dermankirin.

ANHA / KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.