Li Qamişlo sindoqên gilî

În 12 Gulan 2023 - 15:37

Yekîtiya Dermansazan a Qamişlo sindoqên giliyan li nav bajêr danîn. Armanc ji vê yekê ew e ku asta nêzîkbûna dermanxaneyan ji nirx û pîvanên yekîtiyê ve bizanin û zêdetir li ser rexneyên şêniyan ên derbarê dermanxaneyan bisekinin ku bi buhayên dermanan dilîzin.

Şêniyên bajarê Qamişlo bang li Yekîtiya Dermansazan kiribû ku buhayên dermanan bikin yek, di vê çarçoveyê de Yekîtiya Dermansazan 5 sindoqên giliyan li nav taxên bajêr danîn da ku giliyên xelkê û bi taybetî giliyên derbarê buhayên dermanan de, bigirin.

Giliyê xelkê wê bên nirxandin

Sindoq li hember dermanxaneya Ferhan a taxa Xerbî, li hember dermanxaneya Alemiye ya taxa Siyahî, li kêleka dermanxaneya Deham a taxa Kornîş, li kêleka dermanxaneya Îstîqamê ya li Sûka Navendî û li kêleka dermanxaneya Serac a taxa Enteriyê ne. Hevserokê Yekîtiya Dermansazan a Qamişlo Kamîran Mejdel Bêk derbarê mekanîzmaya yekîtiyê ya di vê projeyê de got; "Giliyên şêniyan wê bi awayekî heftane ji aliyê yekîtiyê ve bên dîtin. Piştî ku ew gilî tên nirxandin wê ji bo dermansaz bên hişyarkirin. Eger gilî dubare bûn jî wê demê wê dermanxane bê cezakirin. Eger dîsa dubare bibin jî wê dermanxa ji bo 15 rojan bê girtin." Mejdel Bêk destnîşan kir ku kesê ku dixwaze gilî bike, bila navê xwe, navê dermanxaneyê, navê derman û nirxê wê binivîse. Tê payîn ku 5 sandoqên din li navçeyên bajêr (Amûdê, Tirbespiyê, Til Birak, Til Hemîs û Girkê Legê) bên danîn.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.