Gelekî dide Idlibê hindikî dide Rojava
Duşem 1 Tebax 2022 - 21:27
- Dewleta Elman alîkariya tibbî yekser û ne yekser dide deverên Sûrî yên ku lê rejîma Beesê ne desthilat e.
Dewleta Elman alîkariya tibbî yekser û ne yekser dide deverên Sûrî yên ku lê rejîma Beesê ne desthilat e. Em hîn dibin ku hikûmeta federal dixwaze vê alîkariyê dewam bike. Lê ev alîkarî bi pirrnî ji Idlibê re diçe.
Musteşarê Dewletê yê ji bo Hevkariya Aborî û Geşedanê yê SPD´yî Niels Annen ev agahî di bersiva xwe ya ji bo pêşniyazpirsa parlamentera federal a SPD´yî Daniela De Ridder de daye. Li gorî bersivê Elmanyaya Federal ji destpêka pandemiyê ve 33,7 milyon euro alîkariya tibî daye herêmên Sûrî yên li derveyî kontrola hikûmeta Şamê.
Ji van 30,4 milyon eurp çûne ji Idlibê re. 3,3 milyon euro jî çûne ji Bakur û Rojhilatê Sûrî re. Yanî esas alîkariya tibî ya ji Rêveberiya Xweser re çûye, tevî ku serjimara her du deveran nêzî hev e jî, nisbetên pirr kêm e.
Axir hikûmeta federal a Elman a nû, dîsa jî tevî hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re, vê alîkariyê dike û di bersiva xwe de jî gotiye ew ê sala 2023´yan de jî alîkariyî dewam bike: “Ji bo sala 2023´yan li gorî rewşa niha û bi şertê ku mafê diyarkirina budceyê yê parlamena federal, wê alîkariya ji bo xizmetên sereke yên tibî dewam bike.”
Dewamkirina alîkariya insanî bi her awayî baş e. Lê gelo li aliyê din jî guhertina siyaseta derve li gorî gotinên wezîra karên derve ya Elman Annalena Baerbock ên li Stenbolê jî wê pêk were. Wê êrişên dewleta Tirk li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê ne rewa bi nav kiribûn.
BERLÎN