Navenda piştgiriya Derûnî

Çarşem 29 Hezîran 2022 - 21:39

  • Li Qamişloyê pêr bi destê komek jin ‘Navenda Ninhursag a Tiba Xwezayî û Piştgiriya Derûnî’ hate vekirin. 

Li Qamişloyê pêr bi destê komek jin ‘Navenda Ninhursag a Tiba Xwezayî û Piştgiriya Derûnî’ hate vekirin. 

Li Kolana Şehîd Rênas a Qamişloyê bi amadebûna rêxistinên jinan, Navenda Ninhursag a Tiba Xwezayî û Piştgiriya Derûnî hat vekirin. 

Têkildarî mijarê, pispora tiba xwezayî Şêrîn Welat got, li navendê beşa giyayan û enerjiyê, enerjiya rengan û dermankirina xwezayî ya derûnî ya bi rêya av, agir û axê heye.

Şêrîn Welat got: "Bijîşkên bi me re dixebitin, pisporên dermankirina fîzyoterapî û masaja bi rêya zeyta xwezayî ne. Her wiha ji dermankirina bi kevirê krîstal, teşxîsa derûnî û bi rêya mêşên hingiv jî fêm dikin. Di heman demê de em ê kesên bi nexweşiya otîzmê ketine jî derman bikin."

Şêrîn Welat da zanîn ku wan beşa yogayê jî vekiriye û destnîşan kir ku wan bi gelek yekîtiyên werzîşê re li hev kiriye da ku herî kêm hefteyê rojekê rahênanan ji wan re çêkin. 

Şêrîn Welat diyar kir ku ew ê nexweşiyan li gorî bernameya ku rojane were nivîsandin, derman bikin û her wiha ew ê ji bo kesên dixwazin tev li xebata wan bibin, dewreyên dermankirina derûnî vekin da ku xwe di warê zanistî de bi pêş bixin.

Şêrîn Welat got, halê hazir 4 bijîşk bi wan re dixebitin û 6 beş li navendê hene; dermankirina bi rêya giyayan, zeyt û dermankirina fîzyoterapiyê, yoga û têgihîştina tenduristiyê.  

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.