Yekemîn laboratûwara analîzkirina xwarin û avê
Yekşem 11 Îlon 2022 - 21:45
- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi merasîmekê laboratûwar li bajarê Hesekê vekir.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi merasîmekê laboratûwar li bajarê Hesekê vekir. Di merasîmê de bi dehan kesên têkildar, şêniyên Hesekê û şandeyek ji Rêveberiya Xweser; Hevseroka Desteya Çandinî û Avê Leyla Saroxan amade bûn.
Rêveberiya Xweser bi rêya laboratûwara ku ji aliyê Desteya Çandinî û Avê ve tê birêvebirin, hewl dide madeyên xwarin û avê analîze bike, da ku qalîteya berhemên xwarinê bilind bike. Ev laboratûwar li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya yekemîn e ku ji 4 salan ve xebat ji bo vekirina wê tê kirin.
Laboratûwar ji du beşan pêk tê; yek a analîzekirina madeyên xwarinê ye û ya din a analîzekirina avê û semadê ye.
Li gorî çavdêrên laboratûwarê, Rêveberiya Xweser amadekariya vekirina laboratûwara analîzekirina dermanên mirovî û beyterî û DNA’yê dike.
ANHA/HESEKÊ