- Li rojavayê Hindistanê herî kêm 43 kesan ji ber vexwarina alkola sexte mirin û qederê 100 kesî jî rakirine nexweşxaneyan.
Li rojavayê Hindistanê herî kêm 43 kesan ji ber vexwarina alkola sexte mirin û qederê 100 kesî jî rakirine nexweşxaneyan.
Rayedarên polêsan da zanîn ku li navçeyên Botad û Ahmedabad ên li eyaleta Gujaratê ji duşemê ve herî kêm 43 kes ji ber vexwarina alkola sexte mirine.
Li navçeya Botadê 32 kes mirine û qederê 50 kesî jî rakirin nexweşxaneyê. Li navçeya Ahmedabadê jî 11 kes mirine û qederê 50 kesan birine nexweşxaneyê.
Eyaleta Gujart cihê jidayîkbûna Serokwezîr Narendra Modî ye û li eyaletê vexwarin û firotina alkolê qedexe ye.
Wezîrê Karên Hundirîn Harsh Sanghav bi daxuyaniyeke nivîskî got: “Di lêkolînan de derket holê ku bi vexwarina metanolên îndustriyê xelk miriye.”
Sala 2019’an li eyaleta Assamê 150 kes ji ber jehrîbûna alkola qaçax miribûn û par jî li eyaleta Pencabê 98 kes ji ber heman sedemê mirine.
DELHIYA NÛ