Derziya pençeşêrê serketî ye

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 8 Îlon 2023 - 01:40

Ji bo dermankirina kanserê yan jî bi navê li nava Kurdan belav pençeşêrê, heta îro rêbazên pirr êrişkar ên ji bo bedena mirovî giran dihatin bikaranîn û hîna jî ev rêbaz di rewacê de ne. Lê li Ingilîstanê projeyeke Saziya Neteweyî ya Tenduristiyê (NHS) kir ku dermankirineke nermtir û serketîtir were bipêşxistin: Derziya Parhêzê ya ji bo pençeşêrê.

Ev derman Atezolizumab e û parçeyek ji dermankirina bi xurtkirina mekanîzmaya xweparastinê ya bedena mirov e: îmmunoterapî. Armanca wê ew e ku bedena mirov bi xwe şaneyên bi kanserê ketine tesbît bike û tine bike. Halê hazir NHS 3 hezar û 600 nexweşan bi rêya serûmdanê, derman dike. Ingilîstan wê rêbazê bike derzîkirina beît da ku zêde dem lê neçe. Lê belê nexweşên ku di heman demê rêbazên giran ên weke kemoterapî jî dikin, ew ê derman dîsa jî bi rêya serûmê bistînin.

Ev rêbaz heta hniha serketî ye û wê li Ingilîstanê êdî weke xizmeta NHS´ê bi rêya sîgorteyan bê fînansekirin. Yek ji nexweşên ceribandina vî dermanî Adrian Taylor ê ji bajarê Wallaseyê bû. Ji wî re gotin, pençeşêrê avêtiye cegerê wî û nikare bê dermankirin. Li ser vê, gava ku ew dibihîse ceribandina vî dermanî heye, ew dikeve nava kesên dermên diceribînin: “Gav min bihîst ceribandina tibî heye, û dibe ku alîkariya min bike, hema min di cih de xwe avête nava wê. Min “ev ceribandin nekira, ez ê ji sedî sed bimirama. Ji ber wê ez bextewer im ku min ceribandin kir. Niha ez baş im. Ez li karê xwe vegeriyam û her tişta min berê dikir, dîsa dikim. Siber oj ji bo min geş xuya dike.”

Pençeşêra di cegerê wî de hema hema bi temaî jê çûye. Vê yekê bedena wî bi xwe dike bi xêra derziya parhêzê ya nû.

LONDON

Wêne: Clatterbridge Cancer Centre NHS Foundation Trust

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.