Şaneyên mirî zindî kirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 5 Tebax 2022 - 21:21

  • Zanyaran bi sîstemeke jê re OrganEx tê gotin, fonksiyonên şaneyan ên di laşê berazên mirî de zindî kirin.

Zanyaran bi sîstemeke jê re OrganEx tê gotin, fonksiyonên şaneyan ên di laşê berazên mirî de zindî kirin.

Berazên ku saetek di ser mirina wan re derbas bûbû, hîna jî şaneyên dil, mejî û kezeba wan sax bûn. 

Yanî bi xêra sîstema OrganEx zanyar êdî wê karibin piştî mirinê jî organ û endamên berazan zindî bihêlin. Yanî beraz bimire jî organên wî wê sax bin. Ev jî bi rêya girêdana heywên bi sîstemeke pompe û fîltreyan û avên di vê sîstemê de digerin mumkin dibe. Armanc ew e ku şaneyên organên heyatî yên heywanê mirî, sax bin. 

Siberojê ev sîstem dikare bê bikaranîn ji bo ku organên bexşandî, piştî mirina kesekî jî zindî bin, heta ku wan bi kesekî din ve bikin. Ev yek wê hejmara organên ji bo nexweşên hewce zêde bike. 

Ev sîstem li Yale School of Medicine hatiye bipêşxistin û bi gotareke zanistî encamên ceribandina sîstemê li ser berazan hatine eşkerekirin.

NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.