Dr. Baxan Ehmed diyar kir ku zimanê Kurdî ji ber rewşa siyasî gelek asteng li pêşiya pêşketina wî çêbûne, bi hebûna dibistanên biyanî girîngiya zimanê dayikê kêm bûye û got, “Dayik dînamoya bikaranîna zimanin.”
Sibê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye, ku berî 26 salan di sala 1999’an de ji aliyê Netewên Yekbûyî ve hatiye diyarkirin. Zimanê Kurdî ku nasnameya netewa Kurde, ji ber dagirkeriyê di bin gef û metirsiyê de ye. Di vê derbarê de Koleja Ziman ya Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Baxan Ehmed Heme Emîn mamosteyê Zanîngeha Silêmaniyê li Koleja Ziman ji Rojnews’ê re axivî.
Dr. Baxan Ehmed Heme Emîn di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser zimanê dayikê û got: “Zimanê dayikê ew zimane ku zarok pê tê dinyayê û pê diaxive. Di van çend salên dawî de li seranserê cîhanê girîngiyeke mezin ji zimanê dayikê re hatiye dayîn. Her wiha UNESCO û rêxistinên navnetewî lêkolîn li ser wan zimanan dikin ku pêş dikevin.” Di dewamê de Dr. Baxan got; “Ew zimanên ku rûbirûyê tunebûnê dibin, sedema wê vedigere ser siyaseta welatan û pêşketina zanistê. Ji ber rewşa siyasî gelek asteng li pêşiya pêşketina Zimanê Kurdî çêbûne ku nehatiye karîn li parçeyên din yên Kurdistanê metnên edebî bi zimanê Kurdî bên nivîsîn û xwendin. Ev jî bûye sedema metirsiyê li ser zimanê Kurdî.”
Bikaranîna zimanên biyanî zêde bûye
Dr. Baxan Ehmed tekezî bi wê jî kir ku pispor û şarezayên zimanê Kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê di roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê de gelek festival û çalakiyan lidar dixin. Di dewamê de got; “Digel nebûna siyaseta neguncaw di birêvebirina herêmê de, hebûna dibistanên biyanî û dibistanên taybet ku kiriye girîngiya zimanê dayikê kêm bibe. Her çend niha ji ber rewşa kar û derfetên kar girîngiyeke zêde ji zimanên biyanî re tê dayîn û bûye merceke sereke ji bo damezirandinê. Ji ber vê yekê bikaranîna zimanên biyanî zêde bûye û ev jî ne di berjewendiya zimanê dayikê de ye.”
Dayik dînamoya bikaranîna ziman in
Derbarê rola jin û dayikan ya di parastina zimanê dayikê de teqez kir ku dayik dînamoya bikaranîna zimanin û bandoreke rasterast li ser bikaranîna zimanê dayikê û parastina wî heye. Her wisa eşkere kir ku dayik dikare ziman wek awaz di guhê zarokê xwe de bibêje ku li ser derûniya zarok bandor çêdike. Dr. Baxan Ehmed ji aliyê girîngiya zimanê Kurdî ve dubare kir ku “zimanê Kurdî yek ji zimanên zindî yên cîhanê ye û pêwîste em biparêzin û li hemû perçeyên Kurdistanê zimanê Kurdî bibe navenda xwendin û nivîsandinê. Her wiha di dezgehên ne-hikûmî (taybet) de girîngî bi zimanê Kurdî were dayîn da ku takekesê Kurd bi perwerde û derûniyeke tendurist were berhemanîn.”
Ev mamosteyê Zanîngeha Silêmaniyê di dawiya axaftina xwe de got “Rizgarbûn ji dagirkeran li herêmên Kurdî dê bike ku zarokên me bi zimanê Kurdî bixwînin, binivîsin û biaxivin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ