Di rojekê de 150 sûcên şer
Şemî 7 Çile 2023 - 01:13
AMARGÎ ARHAT BA/ANF/BEHDÎNAN
Di şerê hebûn û azadiyê de yê ku 9 meh in li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, yek ji çeperên şer ên ku du mehên dawî herî zêde navê wê tê bihîstin tunelên şer ên li Şehîd Botan e.
Artêşa Tirk bi taybetî van mehên dawî êrîş li ser vê çepera berxwedanê zêde kiriye. Meha Kanûnê di nava rojekê de 150 carî bi çekên kîmyewî êriş bir ser vî çeperî û li hemberî berxwedana gerîla dîn û har bû. Li gel van êrişan jî komeke ji gerîla ya ku çepera xwe diparast, artêşa Tirk xiste rewşeke welê bêçare ya ku di dîroka şer de ti carî tiştekî bi vî rengî bi serê wê de nehatibû.
Afirînerên berxwedana demdirêj a li girên Zap û Avaşînê li girên Çemço û Sîdayê jî bûn. Artêşa Tirk ji bo li pêşiya performansa şer a gerîlayên li girê Çemço û Sîdayê bibe asteng, Tîrmehê êrişeke dagirkeriyê li dijî van qadan da destpêkirin. Tunelên şer ên li Keleha Çemço, Şehîd Fedakar, Şehîd Adil û Şehîd Botan, bi mehan bi rengekî destanî li ber xwe dan.
Şehîd Botan bû xewnereşka dagirkeran
Artêşa Tirk di Tîrmeha 2022'an de bi teknîk û hêza xwe ya leşkerî êrîş bir ser tunelê şer ên Şehîd Botan ên li girê Şehîd Adil ê li qada Çemçoyê. Tevî helîkopterên Skorsky bi rojan hewl dan hêzên xwe li ser gir daynin jî, hem destwerdana ji girê Kale Çemço hate kirin, hem jî bi saya derbên xurt ên gerîlayên li ser vî girî, helîkopterên Skorsky her carê hatin qewirandin. Artêşa Tirk Tîrmehê hewl da ji bejahî ve xwe bigihîne ser gir. Di navbera gerîlayên li tunelên şer ên li Şehîd Botan û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Li vê derê bi dehan dagirker hatin cezakirin û piştî şerê 2 rojan dagirker neçar man ji pêşiya çeperên şer birevin û xwe berdin quntarê girê Şehîd Adil û li wir bi cih bûn.
Ji ber ku hem li ser sînorê Sîda, hem yê Çemço hem jî yê Sacayê ye, her wiha li ser girên stratejîk ên li Zap û Avaşînê serwer e, artêşa Tirk Tebaxê berê hêzên xwe careke din da van tunelan.
Berxwedana di bin êrişên gazên kîmyewî de, îradeya Apoyî ya gerîla radixe pêş çavan û tunelên şer ên Şehîd Botan jî kir keleheke ku qet têk naçe.
Gerîlayên ku çar mehan her roj, her saetê gazên kîmyewî li dijî wan dihatin bikaranîn, ji bo carekê jî ji hevrêyên xwe re negotin 'em tengav bûne' yan jî 'em dest ji çeperê xwe berdin'.
Berxwedana destanî ya li tunelên şer ên li Şehîd Botan 9 meh in dewam dike.