- Li Fransayê “Muzeya Albert Kahn” arşîveke ku 70 hezar wêne tê de hene, li xelkê vekir. Bankavanê Fransî, Albert Kahn sala 1908’an 12 wênegir peywirdar kirin da ku li dinyayê bigerin û wêneyan bigirin. Di nav arşîva van wênegiran de wêne û videoyên ku li Kurdistanê hatine girtin jî hene.
ARDÎN DÎREN
Li Fransayê “Muzeya Albert Kahn” bi arşîveke nû derdikeve pêşberê xelkê. Di arşîva muzeyê de wêneyên bi reng yên ku destpêka sedsala 20’an hatine girtin, hene. Muze bi vê yekê berê xelkê dide rabihuriyê û dixwaze kesên li van wêneyan dinihêrin, li wê heyamê bifikirin û lê bihizirin. Ji lewre di arşîvê de derbarê hin welat û çanda wan de wêne û vîdeoyên balkêş hene. Muze bi projeya “The Archives of the Planet” ku hewl dide arşîvên kevn dijîtalîze bike, 70 hezar wêneyên kevn ên bi reng, bi qelîteyên baş derdixe pêşberî bîneran. Di nav van wêne û dîmenan de gelek jî li Kurdistanê hatine girtin. Li bajarên Kirmaşah, Mûsil û Zaxoyê gelek wêne û vîdeo hatine girtin. Her wiha dîmenên Êzîdiyên li Mor Yaqubê jî hatine girtin.
12 wênegirên li dinyayê digerin
Bankavanê Fransî, Albert Kahn sala 1908’an xwest mirovahiyê û her wiha civakên li dinyayê bi riya wêneyan bide nasîn. Wî ji bo vê yekê jî foneke mezin veqetand û gelek pere xerc kirin. Albert Kahn ji bo vê projeya xwe bibe serî, 12 wênegirên profesyonel wezîfedarkirin û ev 12 wênegir li dinyayê belav bûn. Ji bo vê projeyê wênegir li gelek welatan geriyan. Projeya Albert Kahn sala 1931’ê bi dawî bû. Ji ber ku rewşa borsayê ne baş bû Kahn jî sala 1929’an îflas kir. Wênegiran di nava van salan de gelek wêne girtin û li dinyayê bûn şahidên gelek bûyerên cihê. Helbet li gel girtina wêneyan, wênegiran têra xwe dîmen jî girtibûn. Koleksiyona ku van wênegiran ava kiribû, berfireh bû. Ji sala 1990’î heta îro Muzeya Albert Kahn koleksiyonê bi awayekî online nîşanê xelkê dida, lê ji ber malpera wan kevn bû û qelîteya wênayan jî ne baş bûn bala xelkê nedikişandin ser xwe.
Arşîveke xurt û 70 hezar wêne
Lê piştî xebatên dûr û dirêj niha Muzeya Albert Kahn malpera xwe nû kir û belgeyên ku wênegir girtibûn bi qelîteyeke baş ji nû ve derxist hemberî xelkê. Muzeyê arşîva xwe ji sedî 80’ê ji xelkê re vekiriye û xelk dikare bi awayekî online xwe bigihîne van wênayan yan jî belgeyên din yên ku di nava wan salan de hatine girtin. Yanî 70 hezar wêneyên di navbera salên 1908 û 1931’ê de hatine girtin, li ser malperê belav kirine. Lê zimanê malpera ku arşîv tê de hatiye bicih kirin, tenê Fransî ye, ev yek dike ku xelk zehmetiyê bibînin. Lê bi riya Google Translate, ev yek jî tê çareserkirin û xelk dikare bi rehetî ji çavkaniyê sûdê werbigire.