Dewleta Tirk dijminê zarokan e

Duşem 20 Mijdar 2023 - 16:07

  • Rapora ÎHD´ê nîşan dide ku dewleta Tirk di nava salekê de 3 zarokên din ên Kurd yekser qetil kirine, 191 zarok kirine nezaretê û êşkence li 19 zarokan kiriye.  


Di rapora ÎHD’ê ya “Binpêkirinên Mafên Zarokan a 2022-2023’yan a Herêmê” de ya ku ji bo Bakurê Kurdistanê hatiye amadekirin, nîşan dide ku hêzên dewleta Tirk herî kêm 191 zarok kirine nezaretê û ji wan 3 zarok jî hatine girtin.

Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, têkildarî 20’ê Cotmehê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê doh li avahiyê şaxê komeleyê, rapora xwe ya “Binpêkirinên Mafên Zarokan a 2022-2023’yan a Herêmê” ya ji bo Bakurê Kurdistanê, bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Rêvebera ÎHD’ê Jiyan Ormanli di eşkerekirina raporê de axivî û bal bire ser binpêkirina mafên zarokan. Ormanli got, armanca Peymana Mafên Zarokan a bingehîn ew e ku zarokên di nava civakê de herî zêde pêdiviya wan bi parastinê heye, ji şer, xizanî, nexweşî û rewşên awarte biparêze. 
 

Di erdhejê de gelek zarok hatin windakirin

Ormanli anî ziman ku hêj jî aqûbeta gelek zarokên malbatên xwe di erdheja 6’ê Sibatê ya Mereşê de ji dest dane, ne diyar e.
Ormanli binpêkirina mafên zarokan ên sala dawî de jî wiha kirin rêz: 
 
* Bi destê polês û cendirmeyan 3 zarok hatin qetilkirin. 
 
* Ji ber binpêkirin/xeletiyên saziyên fermî 4 zarokan canê xwe ji dest dan, 254 zarok jî bi awayên cuda birîndar bûn. 
 
* Di teqîna mayîn û teqemeniyên li herêmên lê şer de, 3 zarok bi giranî birîndar bûn. 
 
* Li bajarên bakurê Kurdistanê 19 zarok bi awayekî bi guman, mirin. Bajarên ku herî zêde zarok bi awayekî bi guman li wan mirine ev in: Riha, Mêrdîn û Şirnex.
 
* Li bajarên Bakurê Kurdistanê 10 zarok hatine neçarkirin ku xwe bikujin. 4 zarokan hewl da xwe bikûjin. Hewldanên xwekuştinê herî zêde li Merdînê çêbûn. Zarokekî jî li girtîgehê neçar ma xwe bikuje.  
 
* 4 zarokan di encama şideta nava malê de canê xwe ji dest da, zarokek jî birîndar bû. Herî kêm di nava malê de destdirêjiya cinsî li 2 zarokan hat kirin.  
 
* Di tundiya qada civakî de herî kêm 8 zarokan canê xwe ji dest dan û 13 zarok jî birîndar bûn. Dîsa herî kêm 279 zarok di qada civakî de rastî destdirêjî û êrişê hatin. 4 zarok hatin revandin, li ser 3 zarokan jî fihûş hat ferzkirin. 
 
* Di encama binpêkirina mafê ewlehî û azadiya zarokan de, hêzên dewleta Tirk herî kêm 191 zarok kirin nezaretê, ji wan 3 zarok hatin girtin. Hêzên dewleta Tirk bi giştî êşkence li 19 zarokan hat kirin; di nezaretê de 2, di hepsê de zarokek, 16 zarok derveyî cihên nezaretê. 

AMED


Dewleta Tirk ev zarok kuştin

Desthilatdariya AKP-MHP'ê Tirkiye û Kurdistan kir welatekî welê ku dayik û bav zarokên xwe yên ji ber terora dewletê hatin kuştin, lê veşêrin.
Dewleta Tirk xwe ji kuştina zarokên Kurd ti carî xwe neda alî. Erdogan sala 2006'an got, "Jin jî be, zarok jî be li wan neyên rehmê". Piştî vê gotinê, qetilkirina zarokên Kurd ji bo hêzên dewleta dagirker bû adet.

Di dema AKP'ê de her wiha bi wesayitên leşkerî jî zarokên Kurdan hatin qetilkirin. Li gelek bajarên Kurdistanê bi lêdana wesayitên zirxî bi dehan zarokên Kurd hatin qetilkirin. Li gorî daneyên Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di nava 15 salan de li bajarên Kurdan 21 zarok bi destê dagirkiran hatin şehîdkirin û 23 jî birîndar bûn.

Li gorî daneyên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di navbera salên 2004-2015'an de herî kêm 241 zarok ji aliyê polês û leşkerên Tirk ên dagirker ve hatin kuştin. Li gorî daneyên rêxistinên civakî yên sivîl jî di heman demê de 477 zarok ji aliyê dewletê ve hatine kuştin. Kujerên zarokên Kurd jî li şûna ku bên cezakirinê hatin xelatkirin.

Çend ji zarokên ku di dema desthilatdariya AKP'ê de hêzên dagirker ew şehîd kirin ev in:

Uğur Kaymaz (12)


Zilan Demir (8)


Şilan Demir


Mizgin Demir


Evin Dilan Demir


Nazar Çetinkaya (2)


Nazlı Çetinkaya (4)

Abdullah Çetinkaya (9 mehî)


Hasan Marangoz (14)


Abdullah Duran (9)

Enes Ata (8)


Îsmail Erkek (8)

Fatih Tekin (3)


Ahmet Araç (17)


Mahsum Mızrak (17)


Emrah Fidan (17)


Mizgîn Özbek (10)


Abdulsamet Erip (14)


Maziye Aslan (8)

Ceylan Önkol (12)


Mehmet Uytun (18 mehî)

Mehmet Nuri Tamçoban (14)


Oğuzcan Akyürek (13)


Diren Basan (14)

Berkin Elvan (15).

Navê zarokên di Komkujiya Roboskî de hatin qetilkirin jî li jêr e:


  • Celal Encü (15)
  • 
Erkan Encü (13)
  • 
Adem And (15)

  • Mehmet Encü (15)

  • Şervan Encü (16)

  • Cemal Encü (16)

  • Şivan Encü (14)

  • Bilal Encü (15)

  • Mahsum Encü (16)

  • Salih Encü (17)

  • Serhat Encü (17)

  • Savaş Encü (15)

  • Çetin Encü (12)

  • Bedran Encü (12)

  • Aslan Encü (15)

  • Orhan Encü (15)
  • Fadıl Encü (16)

  • Vedat Encü (16)
  • 
Cihan Encü (16)

  • Erkan Encü (13).
parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.