330 milyon zarok şerpirze ne

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 14 Îlon 2023 - 00:15

Li gorî rapora UNICEF û Banka Dinyayê, 330 milyon zarok di nav xizaniyeke mezin de ne.

Li gorî rapora Fona Alîkariyê ya Ji Bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Banka Dinyayê, dahata rojane ya ji şeş zarokan yekî ji 2,15 dolaran kêmtir e.

Di raporê de tê diyarkirin heke kêmasiyên ji ber Covîd-19’ê nebûna wê 30 milyon zarok ji hejariyê bihatina rizgarkirin.

Dîrektora Pêkanînê yê UNICEF’ê Catherine Russell got, “333 milyon zarok ne bi tenê ji pêdiviyên we yên sereke di heman demê de ji rûmet, firsend û hêviyê jî bêpar in. Ev cîhana zarok tê de di nava hejariyê de şepirze ne, nabe ku bê qebûlkirin.”

Hejariya herî zêde li Efrîkaya binê sehrayê heye û rêjeya li vir a xizaniya zêde, ji sedî 40 e.

Li gorî encamên vê raporê, Neteweyên Yekbûyî ji hedefa xwe ya ku heta sala 2030’î karibe hejariya zarokan ji holê rake, dûr ketiye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.